Ji ber dorpêçê rewşa birîndarên erdhejê giran dibe

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber erdheja dawîn gelek welatî dema ji xaniyên xwe derdiketin an jî xwe jê diavêtin, birîndar bûn. Zarokê bi navê Hemze Betal jî yek ji wan e. Ji ber dorpêça hikumeta Şamê dermanên ji bo Hemze pêwîst nayên peydakirin û bijîşk der barê rewşa wî de metirsîdar in.

Ji ber dorpêçê rewşa birîndarên erdhejê giran dibe
25 sibat, 2023   09:01
HELEB

Erdheja 6’ê Sibatê bandor li gelek deverên Sûriyeyê jî kir. Şêniyên bajarê Helebê û yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji tirsa erdhejên muhtemel daketin kolanan. Di encama wê erdheja dawîn de gelek welatî birîndar bûn.

Zarokê bi navê Hemze Betal ê 12 salî, dema ku hewl da ji avahiiyê derkeve, kevirên banê malê bi ser de ketin û milê wî şikest.

Kurapê Hemze Betal, Ekrem Nasir Betal ku di kêliyên birîndariya Hemze de li mala wan bû, ew kêlî wiha vegotin: “Em li mala apê min rûniştibûn. Bavê Hemze li qata duyemîn bû. Dema erd hejiya em tavilê reviyan derve. Em xilas bûn, lê Hemze ji destê xwe birîndar bû.”

Ekrem wiha domand: “Me ew bi lez bir nexweşxaneyê. Li wir jî hat emeliyatkirin. Lê ji ber nebûna dermanan, birînên Hemze dê dereng çêbin.”

Ekrem got dermanê ji Hemze re pêwîst in, bi 35 hezar lîreyên Sûriyeyê ne û ji ber dorpêça hikumeta Şamê li Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê peyda nabin.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye piştî erdheja dawîn 9 kes birîndar bûn û yek jê zarok e. Birîndar ev in: Cemal Qasim (40), Şêxmûs Omer (38), Emîn Elîko (45), Foziye El Kenco (23), Ehmed Bekir (53), Hêvîn Mihemed (40), zarokê bi navê Hemze Betal (12), Ebdurehman Bekir (22), welatiyekî ku nasnameya wî nehat zanîn.

(şx/cx)

ANHA