Gelo Îmarat dixwaze mijara Lîbyayê ji Qahîreyê dûr bixe?

Di çend rojên dawîn de piştî ku serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayid serokê Hikumeta Wehda El Wataniye ya Lîbyayê Ebdulhemîd El Debîbe pêşwazî kir, guhertinên nû di helwesta herêmî ya li hember aloziya Lîbyayê de çêbûn.

Gelo Îmarat dixwaze mijara Lîbyayê ji Qahîreyê dûr bixe?
23 sibat, 2023   05:43
QAHÎRE - MUHSIN EL MISIRÎ

Li gorî dezgehên çapemeniyê, piştî hevdîtina beriya hefteyekê ya li paytexta Îmarat Ebû Dabiyê, Îmarat û Lîbyayê li hev kiriye ku rêwîtiyên asmanî di navbera her du welatan de dest pê bikin û balyozxaneya Îmaratê dîsa li Terablusê dest bi kar bike.

Ajansa nûçeyan a Îmaratê “WAM” ragihand ku her du aliyan girîngiya piştgiriya xebat û însiyatîfên ji bo parastina serdestî û yekitiya Lîbyayê û pêkanîna hêviyên gelê wê, nîqaş kirine.

Li Lîbyayê aloziya siyasî ya di navbera hikumeta bi serokatiya wezîrê karên hundir yê berê Fethî Başaxa û hikumeta El Wehda El Wataniye ya bi serokatiya Ebdulhemîd El Debîbe, kûrtir dibe.

El Debîbe ji bilî lidarxistina hilbijartinan, qebûl nake desthilatê radestî hikumeta Başaxa bike ya ku Parlamentoya Tebraqê Adara borî bawerî daye wê.

Li gorî çavdêran, hevdîtin gaveke xurt a Îmaratê ji bo pêşxistina têkiliyên bi hemû aliyên Lîbyayê nexasim têkiliyên bi Xelîfe Hafter re ye.

Lêkolînerê karê û barên Lîbyayê Ela Farûq got: "Serdana El Debîbe ji bo Îmaratê di çarçoveya tevlêbûna wî ji lûtkeya hikumetan de pêk hat ku li Ebû Dabiyê beriya çend rojan li dar ketiye."

Li gorî El Farûq serdan hewldaneke Îmaratê ye ku bêje di doza Lîbyayê de heye, nexasim bi nêzîkbûna hilbijartinan re ku hikumeta El Debîbe dê çavdêriya wê bike û ev li gotinên xwe zêde kir:"El Debîbe dibe bi xwe di hilbijartinan de namzet be. Yanî Îmarat ji hemû aliyan re vekiriye ji bo ku hevalbendeke wê di pêşeroja siyasî ya Lîbyayê de hebe."

NAKOKIYÊN QAHÎRE Û TERABLUSÊ

Girêdayî nakokiyên di navbera Qahîre û Terablusê de, Farûq got gelek dûr e ku Ebû Dabî rolek di nêzîkirina her du hikumetên Lîbyayê de bilîze nemaze ku lihevkirineke stratejîk di navbera Îmarat û Misirê de tune ye ji ber ku Ebû Dabî hewl dide tenê berjewendiyên xwe pêk bîne.

Li gorî Farûq dibe ku nakokiyên di navbera Qahîre û hikumeta El Debîbe de li kêfa Îmaratê be ku dixwaze di dosyayeke wisa xeter mîna dosyaya Lîbyayê de bi tenê hebe ji ber ku xwedî girîngiyeke navneteweyî ye û tê de jêderên binerd ên mezin hene ku Îmarat dixwaze para xwe jê bibe.

Farûq destnîşan kir ku Îmarat mîna civata navneteweyî hikumeta El Debîbe nas dike û got: "Ev hikumet di pratîkê de ye. Heta Misir tevî ku têkiliyên xwe bi awayekî fermê pê qut kirin, pê re dide û distîne."

Farûq eşkere kir ku di vê dawiyê de Îmarat ji Hefter dûr ketiye û têkiliyên wê bi parlamentoya li rojavayê welêt re hene, ji wê zêdetirî têkiliyên wê li rojhilatê bi Al El Debîbe re û bazirganên nêzî hikumetê re hene û got: "Dibe ev bi koordîneya dewleta Tirk be."

ÎMARAT Û HELWESTA MISIRÊ

Nivîskar û rojnamevan Merwa Mihemed jî got: "Serdan, nayê wateya piştgiriya aliyekê li ser hesabê aliyê din e lê belê hewldaneke ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê ye nexasim ku rola navneteweyî û erebî tê de bi awayekî diyar paş ketiye."

Merwa wiha berdewam kir: "Ji wê girîngtir, divê beriya hilbijartinan li ser qanûnên hilbijartinan li hev bikin. Yan jî dê hilbijartin îsal pêk neyê. Yanî dive hikumeteke nû ya demkî bi erêkirina hemû aliyan, ava bibe ku erka lidarxistinan hilbijartinan, pêk tine."

Merwa wiha pê de çû: "Divê Qahîre û Îmarat nêrîna xwe der bare pêşeroja bê de, bikin yek. Divê helwesteke erebî ya diyar li hember rewşa Lîbyayê hebe nexasim li hember hikumeta El Debîbe."

Der barê nakokiyên Misir û Îmaratê de têkildarî Lîbyayê Merwa wiha axivî: "Li gel ku Ebû Dabî piştgiriya hewldanên Misirê dike ji bo ku meclisa parlamentoyê û meclisa bilind a dewletê li hev bikin û hilbijartinan li dar bixin, lê ev serdan tê wateya ku helwesta wê hatiye guhertin."

Merwa di dawiyê de destnîşan kir ku divê aliyên têkildarî dosyaya Lîbyayê li ser masayekê rûnin bi taybet Tirkiye, Rûsya û Îmaratê.

(şx)

ANHA