PDK nahêle alîkarî bikevin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Heyva Sor a Kurd diyar kir ku deriyê Pêşxabûr (li aliyê Rojava deriyê Sêmalka ye) ê di bin serweriya PDK`ê de, nahêle ku alîkariyên mirovî yên herêmî û navneteweyî derbas bibin û bigihêjin herêmên erdhejan.

PDK nahêle alîkarî bikevin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
23 sibat, 2023   06:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Heyva Sor a Kurd duh (22`ê Sibatê) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku deriyê Pêşxabûr (di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de li aliyê Başûr) rê nade ku alîkariyên mirovî yên herêmî û navneteweyî bikevin hermê û bigihêjin herêmên Sûriyeyê yên ku erdhej lê çêbûye.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ji ber erdheja 6`ê Sibatê, karesatek mirovî ya mezin çêbû û zirarên mezin gihaştin gelê herêmê. Civaka herêmî û navneteweyî ji bo pêşkêşkirina alîkariyên madî û manewî ji mexdûrên erdhejê re hewldanên mezin dan. Ji ber ku baweriya wan bi Heyva Sor a Kurd tê, xwestin ev alîkarî bi rêya wê bigihêjin herêmên erdhejan.

Lê mixabin, bêyî ku sedem bên zanîn, em rastî gelek astengiyan tên. Herî dawî duh (21`ê Sibatê) derbasbûna karwanekî alîkariyên mirovî ji aliyê deriyê Pêşxabûr û desthilatên girêdayî wê ve hat astengkirin.”

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Heyva Sor a Kurd mîna van biryaran red dike û bê wate dibîne û mafê wan e ku alîkariyên ku ji aliyê civakên baweriyê bi wan tînin ve tên şandin, bigihînin herêmên tên diyarkirin.

Hevya Sor a Kurd hêvî kir ku aliyên derbaskirina alîkariyan asteng dikin, ji biryara xwe paş de vegerin û ji bo alîkariyê hemû derî û rêyan vekin.

(cx)