'Ruhê fedaî yê şervanan berxwedana Til Temirê bi ser xist'

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Ferhad Canfeda diyar kir ku bi ruhê fedaî yê şervanan û hêzên wan êrişa DAIŞ`ê ya sala 2015`an hat têkbirin û serkeftin pêk hat.

'Ruhê fedaî yê şervanan berxwedana Til Temirê bi ser xist'
'Ruhê fedaî yê şervanan berxwedana Til Temirê bi ser xist'
'Ruhê fedaî yê şervanan berxwedana Til Temirê bi ser xist'
'Ruhê fedaî yê şervanan berxwedana Til Temirê bi ser xist'
'Ruhê fedaî yê şervanan berxwedana Til Temirê bi ser xist'
'Ruhê fedaî yê şervanan berxwedana Til Temirê bi ser xist'
23 sibat, 2023   05:36
HESEKÊ-ARAM EHMED

23`ê Sibatê salvegera 8`emîn a êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya bi piştevaniya yekser a delweta Tirk a dagirker li dijî navçeya Til Temirê û gundê wê ye. Di wê êrişê de zêdetirî 200 welatiyên ji pêkhateya asûrî hatin revandin û bi dehan gund bi dêr, goristan û malên xwe ve hatin rûxandin.

Di encama berxwedana şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG)/Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Parastina Xabûr, Meclisa Leşkerî ya Suryanî û gelê herêmê, li dijî DAIŞ`ê serkeftin pêk hat û piştî 3 mehan ji şerê dijwar ku tê de zêdetirî 100 şervan û ciwanên herêmê şehîd bûn, herêm hatin rizgarkirin.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Ferhad Canfeda di salvegera berxwedanê de ji ajansa me re axivî. Canfeda got: “Di 23`ê Sibata 2015`an de çeteyên DAIŞ`ê êrişî navçeya Til Temirê û gundên wê yên asûrî yên li ser dirêjahiya çemê Xabûrê kirin û xwestin pêkhateya asûrî bidin koçberkirin. Bi dehan asûrî hatin kuştin û revandin, gundên wan hatin xirakirin û niştecihên wan gundan hatin koçberkirin.”

DEWLETA TIRK PIŞTGIRÎ DA ÊRIŞÊ

Canfeda anî ziman ku çend roj beriya êrişa li dijî navçeyê û gundên wê, dewleta Tirk a dagirker bendavên xwe vekirin û av berda, ava çemê Xabûrê zêde bû û rêya di navbera gundên li qiraxên çem û navenda navçeya Til Temirê de hatin girtin. Canfeda diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker piştgirî da êrişa çeteyên DAIŞ`ê ku wê demê di bin navê Artêşa Azad de ketin herêmê.

Canfeda destîşan kir ku beriya êrişê, çeteyên DAIŞ`ê wek girupan ketin gundê El Exêbiş yê li hember Til Temirê, xwe li gund bi rêxistin kirin û di berbanga 23`ê Sibatê de ku ava çemê Xabûrê zêde diherikî û mij hebû, dest bi êrişê kirin.

ŞERVANÊN FEDAÎ LI HEMBER DAIŞ`Ê SEKINÎN

Fermandar Ferhad Canfeda kêliyên berxwedanê wiha vegotin: “Hêz û şervanên me yên li gundan û qiraxa din a çemê Xabûrê li hember êrişê li ber xwe dan. Ji ber herikîna zêde ya çemê Xabûrê me nikarî xwe bigihandina wê gundî û gund hat dorpêçkirin. Dema ku çeteyên DAIŞ`ê nikarî gund kontrol bikira, erebeyên bomebarkirî bi kar anîn û 22 hevalên me li dibistana El Exêbiş şehîd bûn.”

Canfeda bûyerek din jî bi bîr anî û wiha behsê kir: “Li gundê El Exêbiş gelek hevalên me jî birîndar bûn. Ew teslîmî çeteyan nebûn û xwestin xwe bigihînin me, dema ku çemê Xabûrê derbas kirin, hinek ji wan mîna şehîd Viyan û şehîd Îbrahîm di avê de xeniqîn û şehîd bûn. Çeteyan bi hemû rêbazan hewl da bikevin gund, lê hewldanên wan bi bin ketin. Şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî il ser pira Til Temirê ya li ser rêya M4 li hember erebeyek bombebarkirî sekinîn û ji bo ku nehêlin ew erebe bikeve navenda navçeyê, xwe feda kirin û du hevalên me şehîd bûn.”

ŞÊNÎ Û ŞEHÎDÊN TIL TEMIRÊ BÛN NAVNÎŞANA VÊ BERXWEDANÊ

Fermandar Ferhad Canfeda anî ziman ku şerê li Til Temirê zêdetirî 3 mehan dewam kir, tê de zêdetirî 100 şervan û ciwanên herêmê şehîd bûn û wiha got: “Bi saya wan fedakariyan û ruhê şerker û fedaî yê şervanên me, serkeftin pêk hat û gundên herêmê heta çiyayê Kezwanan ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin.”

Canfeda bal kişand ser helwesta şêniyên Til Temirê jî û ev tişt gotin: “Jin, zarok û kesên temenmezin ên herêmê ji bo parastina bajarê xwe bûn bendeke asê. Her kesî çek rakir û li kêlek me bi wêrekiyek mezin şer kir û rê nedan çeteyên DAIŞ`ê ku bigihêjin navenda navçeyê.”

FEDAYETIYA HÊZÊN ME SERKEFTIN ANÎ

Canfeda bal kişand ku serkeftina pêk hatî, serkeftin fikir û îsrara hêzê bû û wiha pê de çû: “Ruxmî ku hejmar û çekên me kêm bûn jî, em li djiî mezintirîn hêzên terorîst bi ser ketin. Bi vê serkeftinê me hêza xwe û ruhê hevaltiyê yê hêzên xwe, nas kir. Ev serkeftin ne tenê li dijî DAIŞ`ê, lê li dijî hemû piştevanên wê bû.”

DEWLETA TIRK A DAGIRKER BI FERASETA DAIŞ`Ê TEVDIGERE

“Dewleta Tirk a dagirker destek da êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên 2015`an li dijî navçeya Til Temirê pêk anîne, lê di dawiya 2019`an de rûyê wê yê rast eşkere bû û bi xwe êrişî herêmên me kir. Ew bi heman feraseta DAIŞ`ê tevgeriya û dêr, perestgeh û mezarên asûriyan rûxandin.”

'EM Ê BI ALÎKARIYA GELÊ XWE DAIS`Ê TÊK BIBIN'

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Ferhad Canfeda wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Peyama me ji her kesî re zelal e, wekî ku me DAIŞ û piştevanên wê di 2015`an têk birin, em ê îro jî bi alîkarî û piştevaniya gelê xwe wan têk bibin. Xwediyên vê axê em in, em xwedî îrade û armanc in. Armanca me pêkanîna xeyalên hevrêyên me yên şehîd e.”

(cx)

ANHA