ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-2-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-2-2023
22 sibat, 2023   23:00

Nivîsgeha Malbatên Şehîdan a Xabûrê ji bo şehîdên 23`ê Sibata 2015`an li qada Til Erbûş a navçeya Til Temirê merasîma bibîranînê li dar dixe, saet di 12:00`am de. Meclisa Leşkerî ya Suryanî jî salvegera 8`emîn a berxwedana Xabûrê li gundê Til Hermez ê Til Temirê bi bîr tîne, saet di 15:00`an de. (Bi wêne û dîmen)

Şêniyên bajarê Hesekê berê xwe didin konê sersaxiyê yê şehîd Diyar Serêkaniyê û Dilşêr Efrîn, saet di 10:00`an de. (Bi wêne û dîmen)

Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sutoro Mûnîr Gewriye Gewriye li Dêra Mar Qerîqas a li taxa Erbewiyê ya Qamişlo oxir dikin, piştre li goristana Şehîdên Suryan vedişêrin. Saet di 10:00`an de. (Bi wêne û dîmen)

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Ferhad Canfeda diyar kir ku bi ruhê fedaî yê şervanan û hêzên wan êrişa DAIŞ`ê ya sala 2015`an hat têkbirin û serkeftin pêk hat. (Bi wêne û dîmen)

Komîteya Rûspiyan a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got ramanên wî azad in û gel azadiya xwe pê bi dest dixin. (Bi wêne û dîmen)

Ji ber erdhejê li Minbicê 146 dibistanan ziyan dîtin. 13 dibistan bi temamî wêran bûn û 9 hezar xwendekar ji xwendinê bêpar man. (Bi wêne û dîmen)

Li gel zêdebûna hejmara malbatên piştî erdhejê ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine Şehbayê, Komîteya Firinan rojane 2 hezar tûrik nan zêdetir çêdike. (Bi wêne û dîmen)

Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo xwedekarên dibistanên ku ji ber erdhejê ji xizmetê derketine, planek perwerdeyê daniye û hewl dide vê pirsgirêkê di demek nêz de çareser bike. (Bi wêne û dîmen)

RAPOR

Di çend rojên dawîn de piştî ku serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayid serokê Hikumeta Wehda El Wataniye ya Lîbyayê Ebdulhemîd El Debîbe pêşwazî kir, guhertinên nû di helwesta herêmî ya li hember aloziya Lîbyayê de çêbûn.

Komkujiya ku çeteyên DAIŞ`ê di demên dawîn de li dijî sivîlên li çolistana Sûriyeyê kiriye, carek din rastiya hikumeta Şamê ya ku nikare ewlehiyê li herêmên serweriya xwe peyda bike, raxist pêş çavan.

ANHA