​​​​​​​Dewleta Îranê siyasetmedarekî Kurd bi dar ve kir

Siyasetmedar û aktîvîstê Kurd Serkut Ehmedî ku du sal bûn li girtîgeheke Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê dihat ragirtin, îro danê sibehê ji aliyê dewleta Îranê ve hat bidarvekirin.

​​​​​​​Dewleta Îranê siyasetmedarekî Kurd bi dar ve kir
22 sibat, 2023   20:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Ehmedî (29) yê ku li Girtîgeha Dizel Abad a Kirmaşanê bi dizî hat bidarvekirin, endamê berê yê Partiya Kedkarên Şoreşger a Kurdistanê bû.

Hat ragihandin ku Ehmedî di Çileya 2021`an de dema hewl dida derbasî Ewropayê bibe, ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hat binçavkirin, piştre bi sûcdariya kuştinê, cezayê darvekirinê lê hat birîn.

(cx)