​​​​​​​Çeteyan 100 darên zeytûnê li Şera birîn

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî 100 darên zeytûnê yên gundê Naza birîn.

​​​​​​​Çeteyan 100 darên zeytûnê li Şera birîn
22 sibat, 2023   13:37
ŞEHBA

Çavkaniyên ji Efrîna dagirkirî da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 100 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Mihemed Xelîl ê ji gundê Naza yê Şera birîn.

Çavkanî da zanîn ku zeviyê ku dar lê hatine qutkirin, di navbera gundên Naza û Derwîş de li ser rêya Nebî Horî de ye.

Armanca dewleta Tirk a dagirker ji qutkirina daran xwezaya Efrînê xerab bike û demografiya herêmê biguhere.

(fr)

ANHA