Partiya Sûriya Pêşerojê li Dêrazorê civînek li dar xist

Partiya Sûriya Pêşerojê li Dêrazorê civînek ji bloka partiyê ya rêveberiya sivîl re ji bo nîqaşkirina rewşên rêxistinî û siyasî li dar xist.

Partiya Sûriya Pêşerojê li Dêrazorê civînek li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê li Dêrazorê civînek li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê li Dêrazorê civînek li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê li Dêrazorê civînek li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê li Dêrazorê civînek li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê li Dêrazorê civînek li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê li Dêrazorê civînek li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê li Dêrazorê civînek li dar xist
22 sibat, 2023   13:52
DÊRAZOR

Partiya Sûriya Pêşerojê civîn li hola Meclisa Sivîl a Dêrazorê ya li herêma Seba Kîlo bi beşdariya endamên partiyê yên di Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê de li dar xist.

Di civînê de serokê Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Samir El Şemerî behsa rewşa siyasî ya li herêmê kir û wiha got: "Rewşa siyasî ya herêmê û cîhanê pir tevlihev e û hîna ber bi girêkbûnê ve diçe. Hêzên hegemon di vê yekê beşdar in ku cîhaneke nû li gorî pîvanên xwe biafirînin, di hesabên xwe de ne exlaq ne jî mexûran datînin."

Dûre endamê rêveber ê Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Ela El Sedî rapora rêxistinî xwend û paşê beşdaran li ser nîqaş kir. Civîn bi gelek encamnameyan bi dawî bû:

Civîna mehane ji bloka partiyê re ji bo nîqaşên siyasî û rêxistinê were lidarxistin.

Rola partiyê bi rêya lidarxistina rêzehevdîtin û panelan li ser şîrovekirina bernameya partiyê û meylên wê were aktîfkirin.

Partî bi rola xwe ya zanabûnê bi rêya balkişandina li ser bûyerên siyasî pêk bîne.

(fr)

ANHA