Wezîrê karên derve yê Îranê li Bexdayê ye

Wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulehyan vê sibehê gihaşt paytexta Iraqê Bexdayê.

Wezîrê karên derve yê Îranê li Bexdayê ye
22 sibat, 2023   07:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên Îranê ragihand ku Hisên Emîr Ebdulehyan gihaştiye Bexdayê.

Ebdulehyan têkildarî serdana xwe got: "Wergirtina Iraqê ya rola xwe xwezayî û aktîf, ji bo Îranê vehesiyek e û serdana min ji Bexdayê re ji bo şopandina dozên dualî û şêwirên têkildarî dozên herêmî û navneteweyî ye."

Ebdulehyan da zanîn ku di navbera Tehran û berpirsên Iraqê de li ser dozên herêmî û navneteweyî şêwirên girîng hene.

Tê payîn ku Ebdulehyan bi serokkomar, serokwezîr, serokê parlamentoyê, serokê Meclisa Dadgeriya Bilind, serokê Meclisa Ewlehiya Nîştimanî ya Iraqê re bicive.

(fr)