Rojnameyên erebî: Sozên Erdogan karesata erdhejê mezintir dikin

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, behsa gendeliya desthilata Erdogan û bangên navneteweyî yên alîkariya ji bo Sûriyeyê kir.

Rojnameyên erebî: Sozên Erdogan karesata erdhejê mezintir dikin
22 sibat, 2023   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

′LEZANDINA TEMÎRKIRINA AVAHIYAN LI TIRKIYEYÊ LI HEMBER KARESATAN AMADEKARIYA GUNCAW NÎN E′

Rojnameya El Ereb li ser rojeva erdhejê ya li Tirkiyeyê wiha nivîsî: "Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan sozên temîrkirina lezgîn ji bo herêmên ji ber erdhejê wêran bûne, da. Lê girîngiya plankirina aştiyane ji bo avahiyan paşguh kir. Ev yek hate rexnekirin ku rejîma desthilatdar beşa avahîsaziyan xistiye bin kontrola xwe û dihêle şîrketên dostê wî bixebitin û pabendî tu girîngiya pîvanan nebin.

Endazyarên avahîsaziyê û sivîl da zanîn ku plana Erdogan a temîrkirina lezgîn piştî erdheja wêranker nîşaneya karesateke din e, ger ji nû ve plana ‘aştiya avahiyan’ li ber çavan neyê girtin.

Piştî çend rojan ji erdheja wêranker li Tirkiyeyê de, Erdogan soz da ku avahiyan li herêma başûr di salekê de ji nû ve ava bike. Lê li gorî texmînan dê nêzî 25 milyar dolar li avakirinê biçe.

Li hember hilbijartinên bê, hikumeta Erdogan bi sedema dan û standina wê bi bûyera wêranker re rastî gelek rexneyan tê û piranî Tirk jî dibêjin ew yek encama siyasetên bi salan e ku bi deh hezaran avahî bê kontrol hatin wêrankirin."

'SÛRIYEYÎ: ZIYANÊN DESTPÊKÊ YÊN ERDHEJÊ 7 QAT JI HILBERÎNA NAVXWEYÎ ZÊDETIR IN′

Rojnameya Şerq El Ewset têkildarî erdheja li Sûriyeyê wiha nivîsî: "Bi dubarebûna erdhejan li Sûriyeyê û Tirkiyeyê re, NY′yê bang li dewletên endam kir ku bi lez hemleya alîkariyan pêk bînin. Li ser zimanê berdevkê sekreterê giştî Antonio Guterres, Stephen Dujarric got erdheja nû nîşaneya xetereyeke mezin e. Dujarric got bi lez pêdivî bi pereyên zêde heye.

Pisporên sûriyeyî zirarên destpêkê yên ji ber erdheja li Sûriyeyê çêbûye, bi 7 qatî ji hilberîna herêmî texmîn kir, anku nêzî 45 milyon dolar e.

Tê zanîn ku hilberîna giştî ya naxweyî ya Sûriyeyê 25 trîlyon lîreyê Sûriyeyê (5,5 milyon dolar) ye. Aborînas Dr. Elî Kenan destnîşan kir ku ev texmîn li gorî rêjeya navîn a cîhanê hatiye danîn û hejmara texmînkirî ya ziyanan nêzî 19.750 milyar dolar e. Ji wan 5 milyar ji bo malên hilweşiyayî, 7.5 milyar ji bo malên zirardîtî, nîv milyar ji bo zirarên saziyên hikumetê yên giştî, 6.75 milyar ji bo zirarên binesaziyê.

Ji wê zêdetir jî lêçûna zirarên mirovî jî nêzî 20.785 milyar dolar heye, ji wan 3.285 milyar lêçûna salekê ya 3 milyon welatiyên ku malên wan hilweşiyane û 10 milyar zirarê pisporên zanistî û 7.5 milyar dolar ji bo birîndar û kesên bûne astengdar."

(fr)