‘Divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan li pêş balyozxaneyan çalakî bên lidarxistin’

Gerînendeya Têkiliyên Giştî ya Komeleya Jinên Xêrxwaz a Filistînê ya Lubnanê Sûad Ebdurehman bang li azadîxwazên li cîhanê kir ku berê xwe bidin balyozxaneyan û protesto bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

‘Divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan li pêş balyozxaneyan çalakî bên lidarxistin’
22 sibat, 2023   07:41
BEYRÛT - ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Gerînendeya Têkiliyên Giştî ya Komeleya Jinên Xêrxaz a Filistînê ya Lubnanê Sûad Ebdurehman yek ji çalakgerên filistînî ye.

Sûad Ebdurehman ji ajansa me re li ser heyraniya xwe ya bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan û gavên divê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bên avêtin, axivî û got wê ji bo piştgiriya jinên Kurd serdana Efrînê kiriye û beşdarî Roja Jinan a Cîhanê bûye da ku destekê bide doza Kurd.

Li ser gavên divê Însiyatîfa Nûn a Azadiya Ocalan pêk bîne, Sûadê got: "Em berê xwe bidin Meclisa Ewropayê û NY′yê, pir girîng e, lê têrê nake. Hin zextên dewletan hene, lê pêk nayên. Divê ev însiyatîf li dewletên rojavayî werin belavkirin, ne tenê li dewletên Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn."

Sûad Ebdurehman got: "Ocalan rêberek e ku banga diyalog û nîqaşê dike, da ku gelên xak, azadî, çand û mîrasa wan jê hatine standin, bi dest bixin."

Têkildarî nebûna dezgehên çapemeniyê li ser doza Rêber Ocalan, Sûad ev tişt got: "Kurd ji filistîniyan zêdetir penaber in, lê tiştê ji bo doza Kurd kêm e; şopandina çapemeniya erebî û cîhanê ye."

Sûadê wiha berdewamî da axaftina xwe: "Çima guhartin di doza Filistînê de hene û li cîhanê deng vedide? Ji ber ku çapemenî li ser gihandina qîrîn û dengê wê dixebite. Divê ji bo doza Kurdan, bi taybet doza Rêber Ocalan jî ev yek bê kirin."

Sûadê got divê di aliyê navneteweyî de bi rêya protestoyan li pêş balyozxaneyan çalakî bên kirin, mîna di roja piştgiriya ji bo gelê Filistînê de bûye, da ku banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bê kirin.

Sûad wiha anî ziman: "Gelê Kurd têkildarî doza Filistînê xwedî dîroka birûmet e. Em bi Rêber Ocalan serbilind in, her wiha bi rêber Selaheddîn Eyyûbî û şehîdên Kurd ên di oxira doza Filistînê de şehîd bûbûn jî serbilind in. Erka li ser milê me ye ku piştgirya doza Kurdan bikin."

Sûad wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê Însiyatîfa Nûn a Azadiya Ocalan hevdîtinên xwe bi balyozxane re û prostestoyên xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dewam bike."

ANHA