Pîvanên mirovî yên Rêveberiya Xweser û hesabên siyasî yên teng

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê exlaq û pîvanên mirovî di ser hemû nakokiyan re girtin, piştî hefteyê alîkarî şandin herêmên erdhejê yên di bin serweriya hikumeta Şamê de, Şehba, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.

Pîvanên mirovî yên Rêveberiya Xweser û hesabên siyasî yên teng
16 sibat, 2023   08:34
NAVENDA NÛÇEYAN - EHMED MIHEMED

Piştî erdhejê yekser hêzên li Sûriyeyê dest bi hesabên siyasî kir û aloziya mirovî ku bi deh hezaran qurbanî li dû xwe hiştin, îstismar kir.

Lê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dev ji pîvanên li ser hatiye damezirandin berneda.

Hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker gihandina alîkariyên Rêveberiya Xweser ji bo mexdûrên erdhejê, asteng kir. Lê Rêveberiya Xweser gihandina alîkariyên ku ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine komkirin, ji bo herêmên bakurê rojavayê Sûriyeyê yên dagirkirî, hêsan kir.

Ruxmî ku hikumeta Şamê Rêveberiya Xweser nas nake û her wê bi cudaxwaziyê tawanbar dike, lê derdê Rêveberiya Xweser gihandina alîkariyan ji bo herêmên di bin serweriya Şamê de bû.

Piştî 7 rojan ji serhişkiya Şamê, yekemîn karwanê alîkariyên mirovî (60 sehrîcên sotmeniyê ji bo herêmên Şamê, 40 sehrîc ji bo Şehba, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê) yên Rêveberiya Xweser hatin derbaskirin.

Duh karwanekî alîkariyên Rêveberiya Xweser derbasî Helebê bû. Hikumeta Şamê ji bo derbaskirina alîkariyan şert danîbû ku ji sedî 70 ji wan alîkariyan ji xwe re bibe.

Nûçegihanê me li Helebê li gorî Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ragihand ku dema alîkarî (sehrîcên sotmeniyê) bigihêjin, wê li ser malbatên mexdûrên erdhejê, firin, nexweşxane, nuqteyên tenduristiyê, jenerator û alavên ku kavilan radikin, werin belavkirin.

Nûçegihanê me yê Şehbayê jî agahî da ku dê alîkarî li malbatên ji Helebê hatine Şehbayê, firin, nexweşxane û jeneratoran bên belavkirin.

Dewleta Tirk a dagirker jî hîna nahêle ku alîkariyên Rêveberiya Xweser bigihêjin herêmên di bin dagirkeriya wê de. Karwanên alîkariyan (30 sehrîcên sotemeniyê, 20 kamyonên alîkariyên mirovî) li benda erêkirina derbasbûnê ne.

(cx)

ANHA