​​​​​​​ʹGirtina deriyê Til Koçerê beşek ji planên qirkirinê yên li dijî gelê herêmê yeʹ

Endama Desteya Rêveber a KNK-Rojava Ebîr Hesaf anî ziman ku girtina deriyê Til Koçerê li pêşiya alîkariyên mirovî beşek ji planên qirkirinê yên li dijî gelên herêmê ye.

​​​​​​​ʹGirtina deriyê Til Koçerê beşek ji planên qirkirinê yên li dijî gelê herêmê yeʹ
16 sibat, 2023   01:46
QAMIŞLO- SOLÎN EHMÊ

Deriyê sînor ê Til Koçerê yê di navbera Sûriye û Iraqê de, ji destpêka 2020ʹî ve, an ku piştî vetoya Rûsya û Çînê ya di civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de hatiye girtin.

Endama Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya şaxê Rojava Ebîr Hesaf paşxaneyên siyasî yên girtina deriyê sînor ê Til Koçerê li pêşiya alîkariyên mirovî û vekirina deriyên di bin serweriya çeteyên dewleta Tirk a dagirker de ji ANHAʹyê re nirxand.

Ebîr Hesaf diyar kir ku dewletên desthilatdar erdheja ku li Tirkiye, Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê rû da ji bo mijarên siyasî bi kar tînin  got: "Erdheja dawîn a ku li herêmê rû da, di qada siyasî, mirovî û nêrînên hikumetên desthilat ên li gelan, de, her wiha di mijara bikaranîan qezayên xwezayî de bû xaleke veguherînê li cîhanê."

SÛRÎ JI ALIYÊN MIROVÎ TÊN PAŞGUHKIRIN

Ebîr Hesaf di dewama axaftina xwe de got: "Di demekê e ku divê mijarên siyasî deynin aliyekî û rewşa mirovî esas bigirin, nehiştin alîkarî derbasî navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî bibin. Şandina alîkarî û ekîpên rizgarkirinê ji bo Bakurê Kurdistanê dereng xistin. Ev rewş ji bo herêmên ku endamên AKPʹê lê hene, berovajî vê yekê bû."

Endama KNK-Rojava diyar kir ku neşandina alîkariyan ji bo gelê Sûriyeyê û rêgirtina li ber alîkariyên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo mexdûrên erdhejê amade kirine, şermezariyeke dîrokî ye.

Ebîr Hesaf girtiya deriyên sînor li pêşiya alîkariyên mirovî ji bo mexdûrên erdhejê şermezar kir û wiha dom da axaftina xwe: "Mijara girtina deriyê Til Koçerê li ser asta Neteweyên Yekbûyî cihê şermezariyê. Li hemberî herêmê astengî û êrişên dagirkeriyê hene. Bi hezaran malbat li kampên herêmê hene ku pêwîstiya wan lezgîn bi alîkariyên mirovî  hene. Lê vê yekê nabînin."

Ebîr Hesaf girîngiya vekirina deriyê Til Koçerê li pêşiya alîkariyên mirovî destnîşan kir û diyar ku ji bo vekirina vî deriyê gelek hewldan hebûn û got: "Heta niha vekirina vî derî li pêşiya gelê ku b fedakariyên mezin dan û li pêşiya şervanên li kampna ên ku di tunekirina terora DAIŞʹê de hevkarên Koalîsyona Navneteweyî bûn, tê redkirin."

Ebîr Hesaf li ser paşxaneyên siyasî yên girtina deriyê Til Koçerê û got: "Ev karê Neteweyên Yekbûyî ye. Heta kijan astê Neteweyên Yekbûyî pêwîstiya herêmê bi deriyê Til Koçerê dibîne. Girtina derî tê wateya razîkirina dewleta Tirk. Ji ber ku heger ev deriyê derveyî serweriya rejîma Şamê were vekirin, ev tê wateya naskirina statûya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Tirkiye, rejîma Sûriye û Rûsyayê naxwazin ev derî vebe da ku Rêveberiya Xweser neyê naskirin."

Ebîr Hesaf anî ziman ku girtina deriyê Til Koçer li pêşiya alîkariyên mirovî beşek li plana qirkirin û tengavkirina gelên herêmê ye û hewldaneke da ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neyên neyên naskirin. Ebîr Hesaf got: " Mixabin piştî felaketa mirovî ya ji ber erdhejê jî derî nehat vekirin."

Ebîr Hesaf behsa bandorên girtina deriyê Til Koçerê li gelê Sûriyeyê bi giştî û yê bakur û rojhilatê wê bi taybet kir û wiha domand: "Piştî 12 salên aloziya Sûriyeyê ku bandoreke mezin li herêmê kir, gelo heta kijan astê wê gelên vê herêmê karibin li ser lingan bisekinin. Belê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karîbûn xwe bi rêxistin bikin. Lê bilindbûna nirxê dolar li hemberî lîreya Sûriyeyê bandorê li vê herêmê jî dike ku hîna pereyê Sûriyeyê bi kar tîne. Ji ber vê yekê vekirkirina vî deriyê Til Koçerê pêwîstiyek e."

Endama Desteya Rêveber a KNK-Rojava Ebîr Hesaf di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku li hemberî êriş û komployan divê hemû derfet bi awayekî guncaw werin bikaranîn û hevgirtina civakê were xurtkirin.

(bb)

ANHA