Welatiyekî astengdar ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî da

Li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê welatiyekî astengdar pereyên di bêrîka xwe de xist sendoqa alîkariyan a ji bo mexdûrên erdhejê.

Welatiyekî astengdar ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî da
16 sibat, 2023   04:26
HESEKÊ- BASIM EL DEXÎL

Kampanyaya alîkariyan a ji bo mexdûrên erdhejê ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Bi hev re ji bo mirovahiyê" daye destpêkirin, dewam dike.

Li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê ji bo alîkardayînê kon hatiye vedan. 

Welatiyê bi navê Îbrahîm El Xidêr ê ji lingê xwe ve astengdar e û li erebeyeke 3 dûlab kar dike da ku malbata xwe xwedî bike. El Xidêr di rêya vegera li mal de rastî konê alîkdardyînê tê û pereyên ku ji karê xwe yê rojane qezenc kiriye, dixe sendoqa alîkariyê.

Îbrahîm El Xidêr got: "Rewş çi dibe bila bibe erka me ye ku alîkariyan pêşkêş bikin. Alîkarî çiqas biçûk be jî dikare mirovekî li Helebê an jî Idlibê zindî bike."

(bb)

ANHA