Pisporên Ereb piştgirî da banga KCKʹê

Pispor û çavdêrên Ereb banga KCKʹê ya rawestandina çalakiyên leşkerî erênî nirxand û got, ev gav helwesta mirovahî ya KCKʹê nîşan dide

Pisporên Ereb piştgirî da banga KCKʹê
16 sibat, 2023   06:34
QAHÎRE- MUHSIN EL MESRÎ

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji ber erdhejê bang li hemû hêzên ku çalakiyên leşkerî dikin, kir û got: “Çalakiyên leşkerî yên li metropolan û li bajaran bisekinînin. Heta dewleta Tirkiyeyê, êriş neke, me biryar girt ku em çalakiyan nekin.“

Piştî rojekê Fermandariya Biryargeha NPG’ê got ku ew ê pêdiviyên banga Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ya “rawestandina çalakiyên leşkerî” ku ji ber erdhejê ew bang kir, bi pratîkê bi cih bînin.

ʹAQILMENDIYA SIYASÎ YEʹ

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê ji Misirê Îbrahîm Şaban ji ANHAʹyê re axivî, biryara PKKʹê ya rawestandina çalakiyên leşkerî li Tirkiye ya ku piştî erdhejê hate dayîn erênî nirxand û got, dibe ev biryar bibe pêngaveke baş di navbera her du aliyan de.

Îbrahîm Şaban anî ziman ku birayra PKKʹê mirovî ye û feydeyê li her du aliyan dike û wiha domand: "Divê rayderên Tirk jî heman gavê biavêjin û operasyonên xwe yên ku kêliyekê nesekinandin, bisekinin."

Şaban îşaret pê kir ku ji ber siyaseta rejîma Tirk a desteserkirina mafê jiyanê yê gelê Kurd û girtina derî li ber nêzîkatiyên siyasî yên ji bo pirsgirêka kurdî, her wiha ji ber pêkanîna komkujiyan li dijî kurdên li Sûriye û Iraqê, pirsgirêka kurdî bêyî çareseriyeke siyasî ya aştiyane ne.

Şaban diyar kir ku biryara PKKʹê ya ʹʹEger dewleta Tirk êrişê me neke em çalakiyan pêk nayîninʹʹ bi biryareke siyasî aqilmend û mutewazin wesifand.

Şaban anî ziman ku divê Tirkiye nêrîna xwe bi xwîn a li dijî gelê Kurd biguherîne û rûpela kevin bitewîne û got, bila trajdeyaya erdheja wêranker bibe dersek an jî destpêka guhertineke mezin di doza kurdî de.

ʹ PKK DEST BI ŞER NAKEʹ

Lêkolîner û dîroknasê ji Misirê Elî Bû El Xêr da zanîn ku PKKʹê ji dema ku ava bûye ve li dijî artêşa Tirk şer nedaye destpêkirin, lê dema ku artêşa Tirk derfetê nahêle û li Kurdên bêguhen dide, PKKʹê parastinê dike.

Ebû El Xêr ji ANHAʹyê re axivî û got: "Divê Erdogan wijdanê xwe yê mirovî kontrol bike û qetilkirina Kurdan rawestîne. Divê êrişên li ser PKK an ji bakurê Sûriyeyê rawestîne. Divê biryareke dîrokî bide û rêberê Kurdan Abdullah Ocalan serbest berde ku derdora 25 sal in bêyî tu sûcî girtî ye."

Elî Ebû El Xêr bi bîr xist ku serokên Tirk kêmneteweyan diçewisîne û komkujî li dijî Ermen û Kurdan pêk anîn û wiha pê de çû: "Ermen bûne xwedî dewlet, lê Tirkiye û hêzên cîhanê yên mêtînger, dewletên îslamî û tevahî hîna li hemberî îradeya gelê Kurd disekinin û mafên wan desteser dikin."

Elî Ebû Xêr diyar kir ku biryara dewleta Tirk a domandina şer li dijî PKK û tevahî gelê Kurd tevahî erdhejê ne sûprîzek bû û got: "Ev biryar xwezaya reîjîma Tirk nîşan dide. Biryara PKKʹê ya rawestandina çalakiyan mirovahiya partiyê û hurmeta wê ya li hemberî mercên trajedîk ku Tirkiyeyê tê de dijî, nîşan dide."

(bb)

ANHA