​​​​​​​Gelo wê rewşa Sûriyeyê piştî erdhejê were guhertin?

Di ser erdhejê re zêdetirî hefteykê derbas bû, hejmara qurbanî û birîndaran her ku diçe zêdetir dibe. Hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker jî alîkariyên erdhejê polîtîze dikin û alîkariyên ji bo mexdûran tên şandin didizin. Gelo di vê rewşa gendelî û bêberpirsiyariyê de, çarenûsa Sûriyeyê çi ye? Gelo dê erdhej bibe derfetek ji bo vegerandina têkiliyên bi Esed re?

​​​​​​​Gelo wê rewşa Sûriyeyê piştî erdhejê were guhertin?
16 sibat, 2023   00:47
NAVENDA NÛÇEYAN-CÛDÎ ÎSMAÎL

Erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye û Sûriyeyê çêbûye, ji bo gelê Sûriyeyê ku zêdetirî deh sal in di nava aloziyê û şer de ye, karesata herî mezin bû. Sûriyeyiyên ku bûn mijara bazarên siyasî yên aliyên herêmî û navneteweyî, di vê rewşê de tu aliyên ku pişta xwe bidinê nabînin. Ne yên navê « opozîsyonê » li xwe dikin, ne jî hikumeta Şamê wekî ku tê xwestin ji bo rizgarkirina xelkê neketin tevgerê. Berovajî wê, alîkariyên ku rêxistin û welatan şandine ji gel re, asteng kirin.

Hin çavkaniyên agahdar ên ji Helebê (herêma ku herî zêde ji ber erdhejê zirar dîtiye) ragihandin ku aliyên girêdayî hikumeta Şamê yên ku alîkarî radestî wan hatine kirin, di rojên dawîn de dest danîn ser alîkariyan û piştî tijebûna depoyên Balafirgeha Helebê, ew alîkarî şandin sûka taxa Muhafeza ya Helebê. Çavkaniyan destnîşan kir ku heta niha alîkarî li depoyan tên girtin û nayên belavkirin. Li hin cihan jî hikumetê alîkarî li nasên endamên xwe belav kirine, yan jî li dikanan dane ber firotinê.

Têkildarî herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, dîmenek li medyaya dîjîtal belav bû. Di dîmen de xuya dibe çeteyên dewleta Tirk a dagirker alîkariyên mirovî yên ku şêniyên navçeya Cindirêsê re têne şandin, di depoyeke ya li ser rêya Racoyê didizin.

Ruxmî felaketa mezin a erdhejê, dewleta Tirk a dagirker nahêle alîkariyên mirovî yên ku Rêveberiya Xweser amade kirine, derbasî herêmên Sûriyê yênwêrankirî bibin.

Di heman demê de hikumeta Şamê bi rojan derbaskirina alîkariyan asteng kir. Herî dawî bi hewldanên mezin ên Rêveberiya Xweser destrûra derbasbûnê da.

Nivîskar û rojnamevanê sûrî Sair El Zazûi ji ANHAʹyê re axivî  û got: "Nêzîkatiyên rejîmê û opozîsyonê yên di mijara va karesatê de ne tiştekî nû ne. Gendelî stûna bingehîn a avabûna van herdu aliyan e. Gendelî hebûna bi salan a van hêzan mîsoger dike. Her nêzîkatiyeke cûda a ji aliyê van hêzan ve ne cûda ye û ne ji derveyî qanûna wan in."

Sair El Zazûi diyar kir ku li şûna ku ev her du alî di rewşên karesatan de li hev bikin û hewl bidin kesên mayî rizgar bikin berovajî vê yekê dikin. El Zazûi wiha pê de çû: "Nakokî zêdetir bûn û her yek ji van ê din tawanbar dike. Ev tê wateya ku temenê aloziyê dirêjtir dikin. Sûriye gihiştiye pêvajoya neçareserî ye. Eger tu gav neyên avêtin wê rewş wekî xwe bimîne."

Ji roja yekemîn a felaketa erdhejê ve, serok û rêberên dewletên Ereban peywendî bi Beşar El Esed re danîn û piştgiriya xwe bi gelê Sûriyeyê re anîn ziman. Her wiha balafirên bi alîkariyan barkirî şandin balafirgehên Şam, Heleb û Laziqiyê. Li gorî çavdêran, Beşar El Esed xwest vê derfetê qezenc bike û  careke din têkiliyên xwe bi dewletên erebî re normalize bike.

Li gorî malpera Franc 24,  lêkolînerê Enstîtuya Newlines, Nick Heras anî ziman ku felaketa mezin a li Sûriye û Tirkiyeyê rû da, fersendeke diyar ji El Esed re ye da ku têkiliyên xwe bi dewletên erebî re baş bike.

Nivîskar û rojnamevan Sari El Zazûi li ser vê mijarê got: "Di roja 5ʹemîn a karesatê de, serokê rejîmê û hevjîna wî bi rûkenî derketin. Li bajarê Helebê di nava xirabiyan de wêne dikişandin. Ev wêne di medyaya cîhanê de hat parvekirin. Wêne nîşan dide ku rejîma Şamê bi hêsanî nêzî her tiştî dibe. Ev wêne kurte wêraniya zêdeyî 12 salan îfade dike. Di rewşeke wiha de çawa dê nêzî rejîmeke wiha bibin. Ev pirs ji bo serokên Ereb e ku bi lez nameyên sersaxiyê ji serokê rejîmê yê serokê dewletê ye re şandin. Lê di rastiyê de mîna  qeşmerekî bû, bawerî pê nayê. Gelo çawa sûdê ji vê rewşê digire da ku wêneya xwe ji hawirdora Ereb re xweşik nîşan bide. Gumanê min heye. Lê ev siyaset e, zimanê berjewendiyan e ku di gelek deman de hestên mirovî û azaran nas nake."

DYAʹYÊ CEZAYÊN LI SER SÛRIYEYÊ SIVIK KIR

9ʹê Sibatê Wezareta Xezîneyê ya DYAʹyê ragihand ku ew ê 180 rojan cezayên li ser Sûriyeyê sivik bike. Ev biryar piştî hişyariyên rayderên Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Alîkariyê ya Navneteweyî hat dayîn ku ceza xebatên gihandina alîkariyan ji bo mexdûrên erdhejê asteng dikin.

Ev gava ji aliyê DYAʹyê cihê fikaran çêkir ku dibe El Esede li ser hesabê qurbaniyên felaketê desthilata xwe xurt bike û vegere nava civaka navaneteweyî.

El Zazûi anî ziman ku mijara naskirina El Esed di aliyê navneteweyî de an normalîzekirina têkiliyan pê re beriya erdhejê dest pê kiribû û got: "Hin dewletên erebî têkiliyên xwe yên diplomatîk bi temamî bi rejîmê re vegerandin. Bi pêşengiya Moskovayê hewldanên nêzîkirina Enqere û Şamê hene. Dibe ku ev karesat bibe sedema vegerandina têkiliyan, lê paytextên biyara navneteweyî wekî Washingtoin, Parîs û Riyadê hîna bi helwesta xwe ve girêdayî ne û daxwaza li vegera birayra Konseya Ewlekariya ya Neteweyên Yekbûyî ya 2254ʹan a redkirina Şamê dikin."

Sair El Zazûi îşaret pê kir ku eger rejîma Şamê redkirina pêkanîna guhertinê bidomîne, têkiliyên xwe bi Îran û Rûsyayê re venebe dibe ku cihê xwe di qada navneteweyî de nebîne  p got: "Ji ber ku Îran ji aliyê civata navneteweyî de menbûz e. Rûsya jî piştevanê herî mezin ê rejîmê e û li dijî Ukraynayê şer dik. Her wiha  Rûsya bûye hêmaneke redkirî di qada navneteweyî de. Mijara vegera li civata navneteweyî êdî nema girêdayî nêzîkatiyên rejîmê bi şoreşê re, lê belê ev rewşa cîhanê derbas kiriye."

ABORIYA SÛRIYEYÊ PIŞTÎ ERDHEJÊ

Li gorî raporên cîhanê, ji sedî 90 gelê Sûriyeyê jêrî xeta xizaniyê ye. Sedema vê yekê aloziya aborî, hilweşîna nirxê lîreya Sûriyeyê li hemberî pereyên biyanî û cezayên li Sûriyeyê hatin birîn e. Heta niha tu nîşaneyên çareseriyê ne xuya ne.

Têkildarî bandora erdheja wêrankirî li ser aboriya Sûriyeyê, rojnamevan El Zazûi got: "Bandora erdejê li ser Sûriye û Tirkiyeyê pir mezin bûn. Li Tirkiyeyê bi sedhezaran koçber û penaberên Sûrî hene. Em nikarin bi hêsanî behsa bandorên wê yên aborî û civakî yên demdirêj bikin. Lê li gorî daneyên destpêkê, gelek mal bi temamî an qismî hilweşiyan. Bîlançoyên metirsîdar hene ku dê encamên wan paşê xuya bikin, dê xizaniyeke zêdetir û koçberiyeke din a hundirîn wekî ber bi herêmên rojhilatê Firatê yan jî yên di bin serweriya rejîmê de çêbibe. Ji wê zêdetir wê pirsgirkên siyasî di navbera aliyên binakok ên li wan herêman de derkevin. Divê em ji bîr nekin ku li herêmên rojhilatê Firatê û yên rejîmê aloziya niştecihbûnê heye. Sedema vê aloziyê wêranî û koçberiya ji ber şerên bi salan e. Ji ber vê yekê, ez di wê baweriyê de me ku her çend em behsa karesata erdhejê wek wêraniyek bikin ku encamên wê nayên fêhmkirin jî, dê paşê û di nav çend hefteyan de çi bibe, dibe ku felaketa herî mezin be."

ANHA