Rojnameyên erebî cih dan encamên siyasî yên erdhejê

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa encamên siyasî yên erdheja li Sûriye û Tirkiyeyê, aloziya Lîbyayê û rewşa Lubnanê kirin.

Rojnameyên erebî cih dan encamên siyasî yên erdhejê
15 sibat, 2023   08:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî encamên erdheja li Sûriye û Tirkiyeyê ev tişt nivîsand: "Hevdîtina serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Eli Cohen, nêzîkbûna Enqere-Til Avîvê nîşan da. Ev yek ji daxuyaniyên wan ên piştî erdhejê diyar bû. Di heman demê de serokê Sûriyeyê Beşar Esed erdheja li rojavayê welat wekî fersendekê ji bo vegerandina têkiliyên xwe bi welatên Ereban re bi kar anî.

Hevdîtina Cohen-Erdogan li çapemeniyê girtî bû. Cohen bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlûd Çavûşoglu re jî civiya. Ji hevdîtina wan peyamên spasî û hevkariyê derketin. Ev yek nîşan dide ku erdhejê bi taybet nakokiyên Tirkiyeyê heta astekê bi dawî kirin.

Çavuşoglu roja sêşemê got ku Îsraîl dewleta yekemîn bû ku alîkarî û tîmên xwe ji bo destekdayîna xebatên lêgerîn-rizgarkirinê li Mereşê, şandin û spasiya Îsraîlê û gelê wê kir.

Çavuşoglu bi bîr xist ku şaredarî, rêveberiyên xwecihî û rêxistinên sivîl ên Îsraîlê alîkarî dane Tirkiyeyê. Bi vê rengî nîşan da ku têkiliyên Tirkiye-Îsraîl fermiyet derbas kiriye û di asta gelêrî de jî pêk tên.

Pesindayîna rola Îsraîlê û ne tenê wekî tevgerek mirovî lê belê wekî destkeftiyek siyasî girtina dest, bi xwe re gelek pirs derxistin holê. Çavdêr dipirsin, gelo erdhej bû şansek ji bo Tirkiyeyê ku têkiliyên bi Îsraîlê re bi awayekî hêsan vegerîne, bêyî ku hesabê hevalbendên xwe yên îslamî yên fîlistînî bike?

normalîzekirina hêsan bi îsraîlê re çêbû, bêyî ku Erdogan neçar bimîne ku tawîzên siyasî bide ku dibe hevalbendên wî yên îslamî yên fîlistînî bi hêrs bike?

Di heman demê de, serokê Sûriyeyê Beşar Esed jî erdhej wek fersendekê ji bo vegerandina têkiliyên bi welatên Ereban re bi rengekî eşkere, bi kar anî. Bi taybet bi welatên mîna Siûdiyê re ku hê jî di mijara vegerandina têkiliyên bi Şamê re bê biryar e.”

TEVGERA HUNDİRÎN Û DERVE Jİ BO LEZDAYÎNA HİLBİJARTİNÊN Lİ LÎBYAYÊ

Rojnameya El Beyan jî der barê rewşa Lîbyayê de ev tişt nivîsîn: "Li qada siyasî ya Lîbyayê ji bo lezdayîna lidarxistina hilbijartinan tevgereke hundirîn û derve heye.

Nûnerê navneteweyî Ebdullah Batilî di çarçoveya hewldanên diyarkirina rêgehekê ji bo lidarxistina hilbijartinên nîştimanî û giştî, hevdîtinên bi aliyên lîbyayî re bi rêve dibe. Her wiha dixwaze li nêrînên têkildarî rewşên siyasî, ewlehî û aborî guhdarî bike.

Serokê Meclisa Serokatiyê Mihemed El Menfî jî bal kişand ser girîngiya pêkanîna qaûnên hilbijartinan beriya Nîsanê.”

EL HERÎRÎ HELWESTA XWE YA DÛRKETINA JI SIYASETÊ DIDOMÎNE

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê rewşa Lubnanê de nivîsand: "Serok Seed El Herîrî salvegera 18′an a kuştina bavê xwe Refîq El Herîrî bi bêdengî bi bîr anî û tu daxuyanî li pêşiya bi hezaran alîgirên xwe yên ku hatin ser gora El Herîrî, neda.

El Herîrî tenê silav da beşdaran û bê deng bû. Bêdnegiya wî mîna peyameke ji bo hevalbendên xwe yên berê yên li hundir bû. El Herîrî beriya salekê ragihandibû ku ew dûrî siyasetê dikeve.

(fr/cx)