​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Minbicê alîkarî da malbatên li navendên hewandinê

​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Minbicê alîkar da malbatên li navendên hewandinê. Fermandarekî meclisê got: "Em her tim amade ne xizmetê pêşkêşî gelê xwe bikin."

​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Minbicê alîkarî da malbatên li navendên hewandinê
7 sibat, 2023   16:42
MINBIC

Ji bo parastina şêniyan ji xetereyên erdhejeke muhtemel, li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kon hatine vegirtin.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarê wê vegirtine ku gelek malbatan xwe lê girtine.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê alîkariyên xwarin û sotmenî da malbatên xwe li konan girtine.

Fermandarê Tûgeya Şehîd Dêrsim a girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê Burkan El Qibê got: " Me mazota ji bo germkirin û xwarin pêşkêş kirin. Em her tim amade ne xizmeta gelê xwe bikin, ji ber ku parastina wan û alîkardayîna wan erkên me ne. Di  her rewşeke awarte de em amade ne."

QSDʹê duh bi daxuyaniyekê ragihandin  ku ji bo bandorên erdhejê li Sûriyeyê derbas bikin, ew amade ne alîkariyê bidin.

ANHA