​​​​​​​Şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê xwe li navendên hewandinê digirin

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê û taxên din ên Helebê xwe li navendên hewandinê digirin ku Meclisa Giştî ya herdu taxan vekirine.

​​​​​​​Şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê xwe li navendên hewandinê digirin
​​​​​​​Şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê xwe li navendên hewandinê digirin
​​​​​​​Şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê xwe li navendên hewandinê digirin
​​​​​​​Şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê xwe li navendên hewandinê digirin
​​​​​​​Şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê xwe li navendên hewandinê digirin
​​​​​​​Şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê xwe li navendên hewandinê digirin
​​​​​​​Şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê xwe li navendên hewandinê digirin
7 sibat, 2023   16:03
HELEB

Ji bo parastina şêniyan ji felaketên erdejhê, Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê bi hevkariya YPJ û komînan navendên hewandinê vekirine.

Welatî diyar dikin ku ew ditirsin di dema erdhejê de mal bi ser wan de hilweşin, ji ber vê yekê xwe li navendên hewandinê girtine.

Dijwar Nûman ji taxa Eşrefiyê ye lê  xwe li parka Efrîn girtiye, behsa kêliyên pêşîn ên erdhejê kir û got: "Ez li mal di xew de bûm. Li ser hejeke dijwar û giriyê jin û zaroka şiyar bûm. Her kes derketibûn kolanê. Ji saetên destpêkê yên sibehê  ve em ji malên xwe derketine û heta niha venegeriyane."

Welatiya bi navê Nesrîn Mistefa li taxeke Helebê ya di bin serweriya hikumeta Şamê de dimîne, piştî erdejê xwe spartiye parka Efrînê got: "Ez di qata duyemîna avahiyekê de rûdinêm. Bi saetên destpêkê yên sibehê re avahî bi dijwarî hejiya. Min zarokên xwe şiyar kirin û di bin baranê de em derketin. Niha em nizanin bi kuderê ve biçin."

Nesrîn Mistefa diyar kir ku piraniya avahiyên nêzî mala wê hilweşiyan û wiha domand: "Heta niha em newêrin vegerin malên xwe. Em nizanin wê çi bi serê me de were. Em ê li parka Efrînê bimînin heta rewş hinekî aram bibe."

Li gorî Meclisa Tenduristiyê ya Taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê, heta niha 6 kesan ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest da û 50 jî birîndar bûne.

(bb)

ANHA