​​​​​​​Şaredariya Qamişloyê pirsgirêkên kanalîzasyonê yên gundan çareser dike

Li gundê Navkurê yê Qamişloyê pirsgirêkên kanalîzasyonê hene. Şaredariya Gel a Qamişloyê diyar kir ku çareserkirina vê pirsgirêkê yek ji planên wan ên îsal e.

​​​​​​​Şaredariya Qamişloyê pirsgirêkên kanalîzasyonê yên gundan çareser dike
3 sibat, 2023   05:29
QAMIŞLO

Ji ber tunebûna torên kanalîzasyonê, bi dehan malbatên li gundên derdora bajarê Qamişloyê, cihokan bi kar tînin.

Yek ji wan gundan, gundê Navkurê ye. Ev gund 5 kîlometreyan dûrî Qamişloyê ye. Şêniyên gund ji ber bêhna ji cihokan derdikeve û belavbûna nexweşiyan, zehmetiyan dikişînin.

Jina bi navê Sûriya Hec Hemo a ji gundê Navkurê diyar kir ku li malên gund cihokên ne guncaw hene ku dibin sedema belavbûna nexweşiyan. Sûriya Hec Hemo got: "Ev cihok ji bo me, bi taybet ji bo kesên temenmezin û zarokan zehmetiyan çêdikin, ji ber ku bêhna nexweş ji wan derdikeve. Ev havînan ji bo zarokan dibe sedema nexweşiyan."

Sûriya Hec Hemo bang li Şaredariya Gel a Qamişloyê kir ku xetên kanalîzasyonê li gund deyne û got: "Em amade ne bi şaredariyê re bibin hevkar da ku bi lez ev pirsgirêk çareser bibe."

Welatiya bi navê Edûla Hec Ebdî (60) anî ziman ku ji derdora 40 salî ve ew ji ber cihokan zehmetiyan dikişînin û got: "Li ber deriyê her melekê cihok henek. Ev yek nexweşiya laşmanyayê belav dike."

Welatiyê bi navê Meşhûr Dokeş bang li Şaredariya Gel a Qamişloyê kir ku pirsgirêka kanalîzasyonên bêserûber çareser bikin û got: "Ji salan ve em zehmetiyên vê pirsgirêkê dikişînin. Gundê me bedew e, lê ev pirsgirêk heye. Em bi hêvî ne ku di demeke nêzîk de were çareserkirin."

HEWLDANÊN ŞAREDARIYÊ

Serokê Beşa Lêkolînan a Şaredariya Gel a Qamişloyê Hesen Hisên anî ziman ku çareserkirina pirsgirêka kanalîzasyonê ya li gundê Navkurê yek ji projeyên wan ên sala 2023ʹyan e û got: "Gelek proje di plansaziya sala 2023ʹyan de ye. Yek jê projeya kanalîzasyonê ye. 57 hezar dolar ji bo çareserkirina pirsgirêkên kanalîzasyonê yên li taxên bajar û gundên Navkurê û Nîmetlî hatiye veqetandin. 3 hezar û 100 metre xetên kanalîzasyonê dê li cihên navborî werin danîn."

Hesen Hisên anî ziman ku ji bo projeya kanalîzasyonê ya li gundê Nîmetlî û Navkurê derdora 11 hezar dolar hatiye veqetandin û got di Nîsan û Gulana bê de dê dest bi projeyê bikin.

(bb)

ANHA