Şehîd Fadil El Hemade hate oxirkirin

Şêniyên Şedadê cenazeyê şervanê QSD`ê Fadil El Hemade li Goristana Şehîdan a navçeyê oxir kir.

Şehîd Fadil El Hemade hate oxirkirin
Şehîd Fadil El Hemade hate oxirkirin
Şehîd Fadil El Hemade hate oxirkirin
Şehîd Fadil El Hemade hate oxirkirin
Şehîd Fadil El Hemade hate oxirkirin
1 sibat, 2023   12:20
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeyê û endamên saziyên sivîl tev li merasîma oxirkirina şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Fadil El Hemade (Şivan) bûn.

Şervanê QSD`ê Fadil El Hemade di êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundê Tirwaziye yê Eyn Îsayê de 29`ê Çileyê şehîd bûbû.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Hîbe El Ebdullah sersaxî da malbata şehîd û got: “Em bi saya fedakariyên bi hezaran şehîdan di nav ewlehiyê de ne. Divê em xwedî li berpirsyariya ku dane me bin, ji bo ku destkeftiyên wan biparêzin.”

Ji fermandarên QSD`ê Cesûr Amûdê jî axivî û got: “Şehîd Fadil bi lehengî jiya û bi lehengî şehîd bû. Wî li gundê Tirweziyê yê li eniyên pêş ên şer di oxira parastina welatê xwe de canê xwe feda kir.”

Cesûr Amûdê soza şopandina rêya şehîdan û temamkirina rêya wan da.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Îman El Ferec nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wê kir.

Dûre girseya gel cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan de spart axê.

(şx)

ANHA