Şêniyên Kobanê sersaxî da malbatên şehîd Mizgîn Botan, Dîcle Rohat û Andok Serhed

Şêniyên kantona Kobanê sersaxî da malbatên şervana YPJ`ê şehîd Mizgîn Botan û şehîd Dîcle Rohat û şehîd Andok Serhed.

Şêniyên Kobanê sersaxî da malbatên şehîd Mizgîn Botan, Dîcle Rohat û Andok Serhed
1 sibat, 2023   11:56
KOBANÊ

Merasîma sersaxiyê li qada Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hate lidarxistin. Bi dehan şêniyên kantonê, siyasetmedar û partiyan, endamên saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê tev li merasîmê bûn û sersaxî da malbata ji fermandarên YPJ`ê Rojda Kayner (Mizgîn Botan) ku di encama qezayekê de 29`ê Çileyê li Eyn Îsayê şehîd bûbû, gerîla Elî Nûrî (Andok Serhed) û Eyşe Mihemed (Dîcle Rohat) ên di 27`ê Mijdara borî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Emîne Îbrahîm axivî û got: “Şehîd pêşengên me ne û em bejna xwe li ber wan ditewînin. Em çi qas behsa wan bikin jî nikarin fedakariyên wan biwesifînin."

Emîne wiha domand: “Gerîla hêviyên me ne, ji bo ku em jiyaneke birûmet û azad pêk bînin. Ewlehiya heyî, bi saya wan e. ʹʹ

`EM MINETDARÊN GERÎLA NE`

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce jî got: “Em hemû minetdarên gerîla ne, ku rojane di oxira ewlehî û azadiya me de şehîdan didin. Ew hêviyên me yên xilasiya ji planên li dijî me ne. Ji ber wê dewleta Tirk bi hemû hêza xwe êriş Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.”

Xoce rola destanî ya fermandara YPJ`ê Rojda Kayner silav kir û got: "Malbat û axa xwe li dû xwe hişt û hat herêmê da ku xelkê wê biparêze. Di oxira wê de şehîd bû. Şoreşa Rojava ji bo azadîxwazan bû stargeh."

Xoce destnîşan kir ku xwedîderketina li projeya demokratîk erka her kesî ye.

`EM NAHÊLIN DIJMIN AXA ME QIRÊJÎ BIKE`

Endama Koordînasyona Kongra Star Emîne Bekir jî got: “Ji projeya me ya demokratîk ditirsin, bi hemû rêbazan êriş me dikin. Gerîla bi çekên kîmyawî dikin hedef da ku bigihêjin armanca xwe. Lê gerîla li hember hemû aliyan bûye bendeke asê ku hewl didin vê axê dagir bikin û axa wê ya pak qirêj bikin.

Emîne wiha pê de çû: “Me biryara xwe daye, yan jî jiyana birûmet yan jî şehadet. Em qebûl nakin ku dewleta Tirk a dagirker axa me dagirker bike."

Merasîm bi diruşmên "Bijî berxwedana gerîla", "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Îmraliyê" û "Bijî berxwedana QSDê" bi dawî bû.

)şx)