Qedexeya derketina derve li Reqayê bi dawî bû

Piştî bidawîbûna qedexeya derketina derve ya giştî li Reqayê ku Meclisa Sivîl a Reqayê ragihandibû, jiyana asayî li bajêr vegeriya.

Qedexeya derketina derve li Reqayê bi dawî bû
Qedexeya derketina derve li Reqayê bi dawî bû
Qedexeya derketina derve li Reqayê bi dawî bû
1 sibat, 2023   10:31
 REQA

Bi dewamkirina Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li dijî şaneyên DAIŞ`ê ragihandibû, Komîteya Hundirîn a Meclisa Sivîl a Reqayê duh qedexeya derketinê ya giştî li bajêr ragihand.

Qedexeyê duh saet 06:00`an dest pê kir û heta 20:00`an dewam kir.

Îro komîteyê bidawîbûna qedexeyê ragihand ku pê re jiyana asayî li bajêr vegeriya. Şêniyan berê xwe dan kar û barên xwe û dikan, sûk û xwaringeh hatin vekirin.

Pêngava li dijî şaneyên DAIŞ`ê li Reqa û gundewarên wê dewam dike.

(şx)

ANHA