Senatorekî amerîkî bang kir ku ceza li dewleta Tirk bên ferzkirin

Senatorê amerîkî Chris Van Hollen dewleta Tirk a dagirker rexne kir û wek “hevalbenda nedilsoz” bi nav kir. Her wiha bang kir ku heke êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, cezayên aborî lê bêne ferzkirin.

Senatorekî amerîkî bang kir ku ceza li dewleta Tirk bên ferzkirin
1 sibat, 2023   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Senatorê ji Partiya Demokrat a Amerîkayê Chris Van Hollen ji ber gelek dozan hikumeta Tirkiyeyê rexne kir û îşaret bi gefên li dijî bakurê Sûriyeyê kir. Van Hollen got heke Erdogan endamtiya Swêdê ya li NATO`yê asteng bike, divê DYA û Yekitiya Ewropayê mijara ferzkirina cezayan li ser dewleta Tirk di ber çavan re derbas bikin.

Van Hollen got: “Pêwîstiya me bi karekî koordîneyî bi şirîkên me yên Yekitiya Ewropayê re heye. Her wiha mijara ferzkirina cezayên cuda li ser Tirkiyeyê di ber çavan re derbas bikin, heke Erdogan nehişt Fînlanda û Swêd tev li NATO`yê bibin.”

Van Hollen diyar kir ku heke ev her du dewlet tev li NATO`yê nebin, Tirkiye dê balafirên Amerîkayê yên F-16 hilnede û got ew di wê baweriyê de ye ku serokê Amerîkayê Joe Biden bêyî tevlêbûna Swêd û Fînlandayê balafiran nefiroşe Tirkiyeyê.

Hollen got heke dewleta Tirk êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike divê DYA û Ewropa ferzkirina cezayên aborî li ser Tirkiyeyê di ber çavan re derbas bikin.

(şx)