Li Tebqayê kampanyaya komkirina îmzeyan didome

Kampanyaya îmzeyan a ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û aşkerakirina rewşa wî ya tenduristiyê, li taxên Tebqayê û gundewarên wê didome.

Li Tebqayê kampanyaya komkirina îmzeyan didome
Li Tebqayê kampanyaya komkirina îmzeyan didome
Li Tebqayê kampanyaya komkirina îmzeyan didome
1 sibat, 2023   10:27
TEBQA

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan 22’yê Çileyê kampanyayek bi dirûşma “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dixwazin” da destpêkirin.

Li Tebqayê kampanyaya îmzekirinê di 23`yê Çileyê de dest pê kir. Îmze li tevahî taxên bajêr, navçeya El Cirniyê, bajarokê El Mensûra, El Siwêdiyê û El Mehmûdiyê û gundewarên wê hatin komkirin.

Endama komîteyê ya Tebqayê Şeza El Hisên têkildarî mijarê got: “Komkirina îmzeyan li seranserî bajêr berdewam e. Tevlêbûna şêniyan baş e.”

Şeza wiha domand: “Em ji kampanyayê armanc dikin dengê gelê herêmê ragihînin cîhanê û CPT`yê ku bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya rêber Abdullah Ocalan a fîzîkî dixwazin.”

Kampanya dê di 15`ê Sibatê de bi daxuyaniyekê bi dawî bibe û hejmara îmzeyên berhevkirî were eşkerekirin. Piştre dê belgeya îmzeyan radestî Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bikin da ku ew jî ji CPT`yê re bişîne.

(şx)

ANHA