​​​​​​​Rojnameyên erebî: Pasdarên Îranê baregehên xwe yên li rojhilatê Sûriyeyê vala dikin

Rojnameyên erebî yên îro derketine, der barê hebûna Îranê ya li Sûriyeyê, geşedanên li Lîbyayê û nakokiya li Filistînê de nivisîn.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Pasdarên Îranê baregehên xwe yên li rojhilatê Sûriyeyê vala dikin
1 sibat, 2023   07:14
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ARTÊŞA PASDARAN A ÎRANÊ BAREGEHÊN XWE YÊN LI BÛKEMALÊ VALA DIKE’

Têkildarî rojeva Sûriyeyê rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivisî: “Li rojhilatê Sûriyeyê gelek êriş pêk hatin ku tê texmînkirin ên Îsraîlê. Di êrişan de karwanên Îranê yên li Bûkemalê yê parêzgeha Dêrazorê li ser sînorên Sûriyeyê-Iraqê kirine hedef. Li aliyekî din, balafirên keşfê yên Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê li hember metirsiya ku milîsên girêdayî Îranê bersiva êrişên Îsraîlê bidin, li asîmanê baregeha xwe ya li ser Zeviyê El Umer geriyan. Çalakvanan ragihand ku komên çekdar bi çavdêriya îstîxbarata Îranê li rojhilatê Sûriyeyê çalak in, piştî êrişan gelek baregehên xwe vala kirin.

Tevî ku hesabên milîsên Îranê yên li ser sosyal medyayê belav kirin ku piştî êrişan tevgera li ser sînorên Sûriyeyê û Iraqê li Bûkemalê aram bûye, lê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) behsê kir ku seferberî û tevlihevî di nava milîsên Îranê û Hizbullaha Lubnanê de li paytexta Şamê heye piştî ku sahrîcên çekan hatin hedefgirtin. SOHR`ê bi bîr xist ku gelek rêveberên payebilind û lêpirsînê, di serî de berpirsê ewlehiyê yê milîsên Îranê li Sûriyeyê çûn Dêrazorê. Agahî hene ku rêveberên milîsên Îranê dixwazin berpirsên deriyê sînor biguherin, ji ber ku metirsî heye ajanên Îsraîl û Amerîkayê di nav de hebin.

SOHR`ê eşkere kir ku di vê çarçoveyê de milîsên Artêşa Pasdaran a Îranê gelek baregehên xwe yên leşkerî li Bûkemalê ya li rojhilatê Dêrazorê vala kirine.”

‘TESFIYEKIRINA WAGNERÊ LI AFRÎKAYÊ JI LÎBYAYÊ DEST PÊ DIKE’

Der barê kar û barên Lîbyayê de rojnameya El Ereb wiha nivisî: “Axaftina li ser amadekariyên DYA û hevalbendên wê yên rojavayî ku hêzeke leşkerî li Lîbyayê ava bikin, zêde dibe ji bo ku koma Wagner a Rûsyayê ya li Lîbyayê biqewitînin.

Hevdîtina di navbera rayedarên leşkerî yên hikumeta Ebdulhemîd El Debîbe û beşa leşkerî ya balyozxaneya Ukraynayê li Lîbyayê texmînên der barê hebûna tevgereke leşkerî li hember koma Wagner zêde kirin. Dibe ku Lîbya di navbera Rûsya û NATO`yê de bibe herêma tesfiyekirina hesaban.

Li gorî çavdêran, DYA ji hevdîtina li gel Hefter armanc dike hêzên wî ji tesfiyekirinê dûr bixe. Analîzvanê siyasî û nivîskar Tariq El Mecrîsî diyar kir ku çareseriya Amerîkayê ew e ku hêzeke hevbeş a lîbyayî ava bike da ku baregeha El Qerdebiye û baregehên din ên di destê Wagnerê de hêdî hêdî vegerîne.”

‘BLINKEN: FIKRÊN ‘BAŞ’ ÊN FILISTÎNÎ Û ÎSRAÎLÎ’

Têkildarî rojeva Filistînê jî rojnameya El Beyan wiha nivisî: “Hewldanên dîplomatîk ên navneteweyî ji bo pêşîgirtina li aloziya li Filistînê û pêkanîna ewlehiyê dewam dikin. Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Anthony Blinken duh serdana Dîfa Xerbiye kir. Di wê serdanê de banga bidawîkirina tundiyê kir û teqezî bi piştgiriya Washingtonê ji bo jihevxistina her du dewletan kir, ji bo ku nakokiya domdar a di navbera Îsraîl û Filistînê de bi dawî bibe.

Blinken duh di civîna çapemeniyê de li Qudsê diyar kir ku wî metirsiyên li hember rewşa heyî di civînên xwe de li gel rayedarên Îsraîlê û hevdîtina xwe li gel serokê Filistînê Mehmûd Ebas li Difa El Xerbiye, guhdar kirin. Lê di heman demê de fikrên baş ji her du aliyan guhdar kirin û heke pêk werin, dawiya wê agirbest e.

Blinken destnîşan kir ku Washington li dijî hemû hewldanan e ku jihevxistina her du dewletan dijwartir dike; mîna firehkirina mêtingehan, hilweşandin û valakirinê.

Di vê navberê de Qahîreyê ji bo rawestandina nakokiya heyî li Filistînê însiyatîfek pêşkêş kir.

Li gorî çavkaniyên agahdar, Qahîreyê nameyên desthilata Filistînê gihandin aliyê Îsraîlê û Misirê bang li Îsraîlê kir ku divê şer rawestîne.”

(şx)