Dewletên herî zêde gendelî lê heye Sûriye û Tirkiye ne

Li gorî rapora Transparnecy International gendelî li Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê gelekî berbelav e û Sûriye û Tirkiye di vî warî de serkêş in.

Dewletên herî zêde gendelî lê heye Sûriye û Tirkiye ne
1 sibat, 2023   07:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rapora Transparnecy International (Rêxistina Şefafiyê ya Navneteweyî) ya sala 2022’yan li Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê herî zêde gendelî li Sûriyeyê heye. Îmarat jî ya herî baş e. Tirkiye jî li cîhanî di rêza 101’an de ye.

Rêxistinê lîsteya têkoşîna li dijî gendeliyê ya 120 dewletan a sala 2022`yan eşkere kir. Li gorî raporê, piraniya dewletên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê bi paş de çûne.

Rêxistinê di rapora xwe de destnîşan kir ku li tu dewletekê di vî warî de pêşketin çênebûye.

Li gorî raporê lîsteya dewletên herî zêde gendelî lê heye, wiha ye: Sûriye, Yemen, Lîbya, Iraq, Lubnan, Îran, Misir, Cezaîr, Mexrib, Tunis, Kiwêt, Uman, Behreyn, Urdun, Erebistana Siûdî, Qeter, Îsraîl û Îmarat.

Di nava lîsteya rêxistinê ya herêma rojhilatê Ewropayê û Asyaya Navîn de, Rûsya, Ukrayna û Tirkiye serkêş in. Tirkiye di rêza 101`an de ye. Rêxistinê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê têkoşîna li dijî gendeliyê bi awayekî balkêş kêm bûye.

(şx)