Bi mûşekan êrişî baregeha dewleta Tirk ya li Başîkayê hate kirin

Duh êvarê hate ragihandin ku li dijî baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a li Zîlkan a Başîkayê bi 20 mûşekan êriş pêk hat.

Bi mûşekan êrişî baregeha dewleta Tirk ya li Başîkayê hate kirin
1 sibat, 2023   07:11
NAVENDA NÛÇEYAN 

Roj Newsê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyek xwecih, vê sibê baregeha leşkerî ya dewleta Tirk ya li Zîlkan a Başîkayê bi 20 mûşekan hatiye hedef girtin.

Heman çavkaniyê ji ajansê re da zanîn ku vê sibê baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a li Zîlkan ya Başîkayê ku tê de hêzên leşkerî yên Tirkiyê hene, bi 20 mûşekan hatiye hedef girtin. 2 mûşek li nava baregehê ketine.  Der barê ziyanan de agahî nehatin bidestxistin.

(şx)