Li herêma Cizîrê zêdetirî 200 hezar îmze hatine komkirin

Li herêma Cizîrê heta niha zêdetirî 200 hezar kes tev li kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bûne.

Li herêma Cizîrê zêdetirî 200 hezar îmze hatine komkirin
1 sibat, 2023   00:34
QAMIŞLO

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi koordîneya Însiyatîfa ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê, 22ʹyê Çileyê kampanyaya komkirina îmzeyan ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî ragihandibû.

Kampanya bi dirûşma "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û mîsogerkirina azadiya wî ya fîzîkî dikin" li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike.

Di çarçoveya pêngavê de, derdora 30 komîteyên komkirina îmzeyan hatin avakirin.

BEŞDARBÛNA AKTÎF

/kr/uploads/files/2023/01/31/181906_-.webp

Berdevka Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Perwîn Yûsif diyar kir ku li herêma Cizîrê heta niha zêdetirî 200 hezar îmze hatine komkirin.

Perwîn Yûsif da zanîn ku welatiyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li herêmên din ên Sûriyeyê û Lubnanê jî bi xurtî beşdarî kampanyayê dibin da ku armancên kampanyayê bi cih werin.

Ji destpêkê ve li herêma Cizîrê, Minbic, Kobanê, Şehba, taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê û Şamê tevahî pêkhate; Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Çerkes tev lê bûne.

Kampanya dê 15ʹê Sibatê  bi encamnameyekê bi dawî bibe. Belgeyên îmzeyan dê radestî Însiyatîfa ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê were kirin. Însiyatîf jî dê radestî CPTʹyê bike.

(bb)

ANHA