Çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk didomin

Çalakiyên gerîlayên Kurdistanê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker bê navber didomin. HPG’ê da zanîn ku di çalakiyên gerîlayan de li Çemçoyê pergaleke kameraya mobeseyê hatiye îmhakirin.

Çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk didomin
31 ÇILE, 2023   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

“Di çalakiyên hêzên me de pergaleke kameraya mobeseyê hate îmhakirin.

Artêşa Tirk a dagirker 2 caran bi bombeyên qedexe, 13 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran çeperên berxwedanê yên gerîla bomberdûman kirin.

Agahiyên li ser çalakî û êrişên hatine kirin wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 30’ê Çileyê saet 17:00’an de pergaleke kameraya mobeseyê ya ku dagirkeran li derdora çeperên gerîla yên li nêzî herêma Çemço ya navçeya Şêladizêya Amêdiyê bi cih kiribûn, ji aliyê tîmên me yên gerok ve hate îmhakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

Di 30’ê Çileyê saet 11.00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahan, tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dan.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de;

Di 27’ê Çileyê saet di 05:15’an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dan.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî;

Di 29 û 30’ê Çileyê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên li derdora herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladizê ya Amêdiyê du caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

Di 13, 26, 27 û 28’ê Çile de qadên Stûnê, Şûkê, Dola Maran, Dola Konferansê û Geliyê Avaşîn ên Avaşînê, her wiha Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Bihar û Girê Amêdiyê 13 caran bi balafirên şer bomberdûmankirin.

Di 26, 27, 28’ê Çileyê de, Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê, herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladizê ya Amêdiyê û çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda bi dehan caran bi tank, çekên giran û obusan hatin bombekirin.”