Şêniyên Hesekê şehîd Rojdem spart axê

Cenazeyê şervanê QSDʹê Mihemed Cûma El Ebid (Amed Rojdem) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar hat veşartin.

Şêniyên Hesekê şehîd Rojdem spart axê
Şêniyên Hesekê şehîd Rojdem spart axê
Şêniyên Hesekê şehîd Rojdem spart axê
31 ÇILE, 2023   11:02
HESEKÊ

Cenazeyê şervanê QSDʹê Mihemed Cûma El Ebid (Amed Rojdem) ê 26ʹê Çileyê dema erka xwe bi cih dianî, şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê hat veşartin.

Şêniyan cenazeyê şehîd ji pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirt û bi karwanekî ber bi goristanê ve çûn.

Di merasîmê de rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Îda Semo sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Em ê li ser şopa şehîdên xwe bin ku dev ji ramanên rêber Abdullah Ocalan bernedan. Ji bo parastina xaka welatê xwe em amade ne berdêlên giran bidin."

Rêvebara Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya Hêzên Erka Xweparastinê, Ebid Mihemed Sayîr jî soza rizgarkirina herêmên dagirkirî da û got: "Hêzên me tevahî planên li dijî herêmên me, di nav de êrişa li ser girtîgeha Sînaayê, têk birin. "

Piştî axaftinan, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hêvîn Sîno nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Cenazayê şehîd tevî tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" hat veşartin.

(bb)

ANHA