​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-1-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-1-2023
30 ÇILE, 2023   23:00

Partiya Yekitiya Demokratîk li navenda çandê ya navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo civînekê ji rûspiyên re li dar dixe saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a navçeya Til Birakê ji bo nîqaşkirina encamên Kongreya 9`an civînekê li hola meclisa navçeyê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Hesekê cenazeyê şervanê YPG`ê Mihemed El Ebid (Made Rojdem) li goristana şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê ya kantona Hesekê oxir dikin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Hesekê hemleya paqijkirina kolanan a ku Komîteya Jîngeh û Şaredariyan a Kantona Hesekê ragihandiye, dest pê dike saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên PYD’ê, rûspiyên eşîran û rewşenbîrên kantona Hesekê bang li CPTʹyê kir ku erkên xwe bi cih bîne û diyar kir ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan ew ê tê bikoşin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çarçoveya amadekariyên li hember êrişên li dijî herêmê de, 45 ciwanên Til Temir û Şedadê tev li perwerdeyên destwerdana lezgîn bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Werşeyên pispor bi rêjeya ji sedî 85 projeya amadekirina rêya Embare-M4 temam kirine. Xebatên werşeyan berdewam in û çaverêye ku beriya biharê xebat bi dawî bibin û dest bi ziftkirinê were kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

RAPOR

Ji ber dorpêça hikûmeta Şamê ya li ser kantona Şehbayê ku bi deh hezaran koçberên kantona Efrînê ya dagirkirî bi cih bûne nirxê sotemeniya ku kêm peyda dibe, gelekî biha bûye.

Di çend rojên dawîn de axaftina li ser nêzîkbûna di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de bi temamî sar bû. Her wiha hevdîtina di navbera wezîrên karên derve yên Şam û Enqereyê de heta demeke nediyar hat derengxistin. Gelo nêzîkbûn gihaştiye ku derê?