Serhildana li Îran û Rojhilat bi biryardarî dewam dike

Li gel êriş û zextên dewletê, xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bênavber dewam dikin.

Serhildana li Îran û Rojhilat bi biryardarî dewam dike
31 ÇILE, 2023   07:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Di rojên borî de çalakvanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, bang kirin ku di rojên 30, 31ʹê Çileyê û 1’ Sibatê de li çalakiyên gelemperî pêk werin. Di vê çarçoveyê de şeva borî li beşek ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên weke Sine û Bokan ciwan daketin qadan û bi pêxistina agir û girtina rêyan çalakî kirin û li dijî dewleta Îranê dirûşme avêtin.

Li bajarên weke Tehran, Meşhed, Yezid, Kirman û Esfehan ên Îranê ji çalakî pêk hatin û li dijî desthilata Îranê dirûşme avêtin. Çalakvanan ragihand ku heta gihîştina armancê wê çalakiyên wan berdewam bikin.

Duh karmand û malnişînên Rêveberiya Perwerdeyê yên piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo mûçeyên wan werin zêdekirin, çalakî kirin.

Li gel berdewambûna çalakiyan, zextên dewleta Îranê yên li ser çalakvan û welatiyan jî berdewam dikin. Duh li Rojhilatê Kurdistanê bi dehan kesên din hatin binçavkirin. Ji vane 2 melayên bi navê Îbrahîm Kerîmî û Luqman Emînî bûn ku piştgirî dabûn raperîna ‘Jin, Jiyan, Azadî’.

Li Zahîdan Mewlewî Ebdulmecîd Muradzahî yê şêwirmendê Mewlewî Ebdulmecîd Îsmaîlzehî ku kesayet olî yê Sunneyên Îranê ye hate binçavkirin.

Li hemberî van zextan biryare îro û sibe li seranserî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakî berdewa bikin.

Ji 16’ê Îlona 2022’yan ve ku raperîna “Jin, Jiyan, Azadî” dest pê kir ve nêzî 500 kes hatin kuştin û zêdetirî 19 hezar kes li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine girtin û binçavkirin.