QSD: Îdiayên dewleta Tirk ên şehîdbûna 7 şervanên me derew in

QSD’ê da zanîn ku Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker îdia kiriye ku 7 şervanên şehîd kirine lê ev îdia derew in.

QSD: Îdiayên dewleta Tirk ên şehîdbûna 7 şervanên me derew in
26 ÇILE, 2023   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser hesabê xwe yê Twitterê têkildarî îdiayên dewleta Tirk agahî da û îdiayên şehîdûna şervanên xwe derewandin.

QSD’ê wiha da zanîn: “Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker di roja 25'ê Çileyê de daxuyanî dan û îdia kir ku di wê rojê de 7 şervanên me şehîd xistine. Ev îdiayên wan ne rast in.”