Dadgeriya Îranê 17 sal ceza da melayekî Kurd

Dadgeriya dewleta Îranê 17 sal cezayê girtîgehê li melayekî Kurd ê ji bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê birî.

Dadgeriya Îranê 17 sal ceza da melayekî Kurd
26 ÇILE, 2023   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gel dewamkirina xwepêşandan û çalakiyên gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, êriş û gefên dewleta Îranê jî dewam dikin. Dadgeriya dewleta Îranê cezayên giran li girtiyan dibire.

Duh Tevna Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku dadgeriya Îranê, li melayê mizgefta Xatem Enbiya ya bajarê Ciwanro Seyfula Hisênî, 17 sal cezayê girtîgehê biriye. Her wiha hate diyarkirin ku li mela Seyfula cezayê 74 qamçî jî hatiye birîn.

Mela Seyfula Hisênî bi propagandaya li dijî desthilatê, xirabkirina ewlehiya giştî, ji bo xirabkirina ewlehiya giştî teşwîqkirina gel û heqareta li damezirînerê Komara Îslamî ya Îranê tê sûcdarkirin.

Mela Seyfula Hisênî di 13’ê Kanûna sala 2022’yan de, li bajarê Ciwanro hatibû destgîrkirin. Li gorî agahiyên berdest, ji wê rojê ve di hucreyeke yekkesî ya girtîgeha bajarê Hemedan de tê ragirtin.

Duh jî hêzên dewleta Îranê li bajarê Pîranşar 4 melayên ku daxwaza azadkirina girtiyan dikir, destgîr kirin.