Cenazeyê zarok Ehmed Salim spartin axê

Şêniyên Til Hemîsê cenazeyê zarokê bi navê Ehmed Ebdulxenî Salim ê ku di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, li goristana şehîdan veşart.

Cenazeyê zarok Ehmed Salim spartin axê
Cenazeyê zarok Ehmed Salim spartin axê
Cenazeyê zarok Ehmed Salim spartin axê
Cenazeyê zarok Ehmed Salim spartin axê
Cenazeyê zarok Ehmed Salim spartin axê
24 ÇILE, 2023   11:14
QAMIŞLO

Zarokê bi navê Ehmed Ebdulxenî Salim 18ʹê Çileyê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî erebeyekê de li gundê Maşûq ê li ser rêya Dêrik-Qamişlo bi giranî birîndar bûbû û 21ʹê Çileyê şehîd bû.

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî bi merasîmekê cenazeyê Ehmed Ebdulxenî Salim li goristana şehîdan a navçeyê spart axê.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Emaş El Ebdullah sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Divê dijminê Tirk fêm bike ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagirkeriyê wê ya li xaka me red dikin û çi bike jî em serî natewînin."

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Ehmed El Ebawî nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîd Ehmed Ebdulxanî Salim bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û tîlîliyên dayikan hat veşartin.

(bb)

ANHA