​​​​​​​Li Şengalê dijî sîxuran ‘Operasyona Tolhildanê’ hat destpêkirin

Yekîneyên Taybet ên YBŞ’ê û hêzên ewlekariyê yên Şengalê li dijî sîxûran “Operasyona Tolhildanê” da destpêkirin.

​​​​​​​Li Şengalê dijî sîxuran ‘Operasyona Tolhildanê’ hat destpêkirin
24 ÇILE, 2023   08:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, Hêzên Ewlekariyê yên Şengalê û Yekîneyên Taybet yên YBŞ’ê (Yekîneyên Berxwedana Şengalê) li dijî sîxûran “Operasyona Tolhildanê” da destpêkirin.

Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyonê de gelek kesên ku xwe di nava torên sîxûriyê yên li Şengalê bi rêxistin kiribûn, hatine girtin. Ew kes li xwe mikûr hatine ku ji aliyê MÎT’a Tirk û PDK’ê ve hatine birêxistinkirin, da ku agahiyên li ser Rêveberiya Xweser a Şengalê û pêşengên civaka êzidî bidin wan.

Li gorî çavkaniyên ewlekariyê, destên kesên hatine girtin di êrîşên dijî Şengalê û xwîna gelek pêşengên êzidî de heye.

Tê payîn ku encamên operasyonê û mikurhatinên sîxurên hatine girtin, bi raya giştî re werin parvekirin.

(cx)