Zihniyeta ku Nagîhan û Mursel pê hatine qetilkirin yek e- - Hêvîdar XALID

Zihniyeta ku Nagîhan û Mursel pê hatine qetilkirin yek e- - Hêvîdar XALID
24 ÇILE, 2023   07:31

Êrişên pergalên baviksalarî yên zordest ên li dijî jinan ranwestiyan. Hêzên xwedî pergalên bavikslarî bi hemû rê û rêbazên ku afirandine hewl didin nasnameya jinan ji holê rakin, desthilata xwe li ser wan xurt bikin û îradeya wan bişkînin. Li hemberî van êriş û binpêkirinan jinan di qoanxên dîrokê de berxwedanî nîşan da û di mercên herî dijwar de daxwaza mafên xwe kirin.

Tevî ku têkoşîn û berxwedana jinan a li hember amûra çewisandinê ya pergalên zordest ranewestiya, lê zihniyeta baviksalarî ku vîna jinan dikin hedef, hîna karê xwe berdewam dike û hewl didin destkeftiyên jinan tune bikin.

Rojane, jin ji aliyê pergalên faşîst ve tên hedefkirin û qetilkirin. Ev pergal ji bilî koletiyê tu cilekî din layîqî jinan nabînin. Pergalên faşîst jinên têkoşer û azad li ser desthilata xwe xetere dibînin. Ji Kurdistanê dest pê bike heta Îran, Efgansitan, Afrîka û DYA`yê, jin tên qirkirin û nasnameya wê tê înakirin.

Li her derê jinên Kurd bi awayekî sîstamatîk ji aliyê faşîstan ve tên hedefgirtin. Ji bo van hêzan sînorên faşîst û dijminatiya li hemberî jinan tune ye. Beriya 4 mehan çalakvan û endama Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê Nagîhan Akarserl a ku roleke pêşeng di belavkirina çanda berxwedan û têkoşîna azad de dilîst di encama êrişeke çekdarî de li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hat şehîdxistin. Hêzên ku Nagîhan qetil kir naxwazin şoreşa jinan a bi pêşengiya wê belav bibe. Li paytexta Îran Tehranê  jî jina Kurd Jîna Emînî bi hinceta ku porê xwe baş nenuxwendiye ji aliyê destê `Polîsa exlaqê`ve  hat qetilkirinh. Li hemberî van sûcan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jinan dest bi xwepêşandanên berfireh kirin ku heta niha dewam dikin. Li seranserî cîhanê jî jin bi çalakiyên cuda piştgiriyê didin berxwedana jinan a li Rojhilat û Îranê. Bi wê re şoreşa Jîna Emînî bû şoreşa jina azad.

Li Îranê jin tên girtin, qetilkirin û îşkence li wan tên kirin. Bi dehan çalakvanên jin û têkoşer ên ku daxwaza mafên xwe dikin û ji bo azadî û jiyaneke bi rûmet tê dikoşin di girtîgehên dewletê de ne. Hêzên serdest bi van kiryaran dixwazin îradeya jinan bişkînin û wan ji cewherê wan dûr bixin.

Komkujiya Yekemîn a Parîsê ya ku di encama wê de sê jinên jinên Kurd; Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin nayê jibîrkirin. Heman demê em nikarin komkujiya Duyemîn a Parîsê ji bîr bikin ku 23ʹyê Kanûna 2022ʹyan li navenda Çanda Kurdan a Ahmed Kaya hatibû kirin û di encamê de endama Desteya Rêveber a KCK`ê Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdurahman Kizil hatin şehîdxistin.

Li Efganistanê jî, nemaze piştî ku Taîlban gihişt ser desthilatê, jin di pêvajoya herî kirêt re derbas dibin. Rojane mafên mirovan têne binpêkirin. Talîban bi îsrar e ku rêbazên tund li dijî jinan pêk bîne. Talîban di gelek qadan; tenduristî, aborî, qanûn, siyaset, civak û hemû qadên jiyanê de jin û mêr ji hev cuda kirin. Her wiha nahêlin jin biçin park û seyrangehan, cil û bergê şerîetê li wan ferz kirin, wekî ku bêje jin bi xwe pirsgirêk û alozî ye. Li Efganistanê  jin nikarin bi tenê biçin derekê û nabe bi tenê li erebeyan siwar bibin. Ji wê zêdetir wan ji mafên perwerdeyê bêpar hatine hiştin. Heke jin dijî vê derkeve jî, lê didin û hiceta "Şerefê"  jî hazir e.

Beriya hefteyekê, parlamenter Mursel Nebîzade ya ku li hemberî siyasetên Talîbanê yên li dijî hebûna jinan derketibû,  li paytexta Efganistan Kabûlê ji aliyê çekdarên nenas ve hate qetilkirin.  Mursel Nebîzade yek ji jinên ku terka welatê xwe nekir. Tevî ku Talîbanê gef lê dixwar, lê dîsa jî dev ji têkoşîn û çalakiyên hiqûqî yên ji bo jinan û civaka efganî berneda.  Mursel wekî jina wêrek, bi hêz û xwedî vîn û rêgez ku ji tiştekî natirse dihat naskirin.  Gotineke navdar a Mursel Nebîzade heye dibêje : “Welatê min ne seyrangeh e em terka wê bikin dema xizmet tê de ne baş bibe. Ev welatê min e dê li rex gelê xwe bim.”

Li Burkina Faso, Nejerya û gelek dewletên Afrîkayê  rojane jin ji aliyê çekdaran ve tên revandin û êrişên zayendî û dirûnî li dijî wan tên kirin. Li wan herêman, cureya herî dijwar a tundiyê li dijî jinan tê kirin. Li van welatan ji ber aloziyên aborî, ewlehî û siyasî jin azarên xizanî, nexweşî û nebaşbûna xwarinê dikişînin. Li hemberî van binpêkirinan hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî yên têkildarî mafên jinan û zarokan bêdeng in.

Em dikarin bêjin ku li her derê êş û azarên jinan yek e. Tundiya li dijî wê tê kirin, encama zihniyeta baviksalarî ye. Zihniyeta ku pê Nagîhan Akarsel hatî qetilkirin, heman zihniyeta ku parlamentera Efgan Mursel Nebîzade qetil kir.

Jinên Kurd û Efgan, bi gelek komkujiyan re rû bi rû mane. Lê dîsa jî xeta berxwedanê li hember amûra çewisandinê pejirandiye.

Têkoşîna îdeolojî û civakî ku jinên Kurd a di bin sîwana Tevgera Jinan a Kurdistanê de dimeşîne. Îro bûye qubleya hemû jinên têkoşer ên ku li rastiyê û jiyanê digerin.

Ev têkoşîna destanî ya jinên Kurd, bi saya fedakarî û hewldanên bi sedan jinan bûye têkoşîneke gerdûnî ku li cîhanê deng vedaye. Jinên Kurd hewl didin vê têkoşîna îdoelojî di nava tevahî jinan de belav bikin.

Têkoşîna jinên Kurd û îdeolojiya rizgarkirina jinan  a ku rêber Abdullah Ocalan daniye, bûye milkê tevahî jinan û mirovaiyê yên tiyê azadiyê. Dirûşma “Jin, jiyan azadî” a ku bûye semboleke gerdûnî ya têkoşîna ji bo azadiyê ye, berhemê fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna tevgera jinan a Kurdistanê ye.

Ji ber wê îro ji her demê bêtir divê jin hewldanên xwe yên fikrî û rêxistinî li hember êriş û siyasetên li dijî xwe bikin yek. Bi têkoşîna jinan a tê hêvîkirin, dê civak bi giştî azad bibe.

(şx)