MÎT′ê li Stenbolê welatiyekî ji Efrînê revand

Îstixbarata dewleta Tirk a dagirker li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê welatiyekî ji Efrînê revand.

MÎT′ê li Stenbolê welatiyekî ji Efrînê revand
24 ÇILE, 2023   07:25
ŞEHBA

Çavkaniyan ragihand ku di 17′ê Çileyê de îstixbarata dewleta Tirk a dagirker (MÎT) li Stenbolê welatiyê bi navê Mihemed Îsmaîl Elo (33) yê ji gundê Dîkê yê navçeya Raco ya kantona Efrînê ya dagirkirî, revandiye.

Hate hînbûn ku welatiyê Kurd li herêma Esenyurt a Stenbolê ew bi bihaneyên bêbingeh hatiye revandin.

Heta niha çarenûsa Mihemed Îsmaîl Elo nayê zanîn.

(fr/cx)

ANHA