​​​​​​​Avahiyek bi ser niştecihan de hileweşiya

 Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê avahiyek 5 qatî bi ser niştecihan de hilweşiya.

​​​​​​​Avahiyek bi ser niştecihan de hileweşiya
22 ÇILE, 2023   04:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Avahiya li kolana Merûf a Şêxmqsûdê ku 7 malbat tê de bi cih dibûn, saet di 02:15`an piştî nîvê şevê de hilweşiya.

Li gorî agahiyên destpêkê, nêzî 30 kes di bin kavilan de asê mane û tîmên awarte hewl didin wan derxin.

Heta kêliya amadekirina vê nûçeyê, tîmên awarte zarokekî 15 salî derxist. Xebatên lêgerînê hê jî berdewam in.

Heta niha sedema hilweşîna avahiyê nayê zanîn.

(cx)

ANHA