​​​​​​​Panorama hefteyê: Nîşaneyên binkeftina nêzîkbûna Şam û Enqereyê

Hate diyarkirin ku pêşketinên li ser erdê yên li bakurê Sûriyeyê çêbûne, nîşan didin ku helwesta Tirkiyeyê û rejîma Sûriyeyê ji hev dûr in. Her wiha hate gotin ku serdanên berpirsên îstîxbaratên Tirkiye û Misirê ji bo Sûdanê, vegera li pêşbirka herêmî ya di navbera her du aliyan de nîşan dide. Li aliyekî din di çareserkirina aloziya Yemenê de nîşaneyên pêşketinê xuya dikin.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Nîşaneyên binkeftina nêzîkbûna Şam û Enqereyê
22 ÇILE, 2023   04:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Paşketina hewldanên nêzîkbûna Şam û Enqereyê, tevgerên Tirkiye û Misirê yên der barê Sûdanê de û rewşa Yemenê mijarên hefteya borî yên rojnameyên erebî bûn.

 ‘TEVGERÊN TİRKİYEYÊ LI BAKURÊ SÛRIYEYÊ BINKEFTINA NORMALÎZEKIRINÊ EŞKERE DIKIN’

Têkildarî rojeva Sûriyeyê rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivisî: “Pêşketinên li ser erdê li bakurê Sûriyeyê çêbûne, nîşan didin ku helwesta Tirkiyeyê û rejîma Sûriyeyê ji hev dûr in. Bi taybet piştî daxuyaniya rejîmê ku ji bo pêkhatina normalîzekirinê şert hene divê pêk werin. Li aliyekî din Enqereyê behsê kir ku derfet heye civîneke din a wezîrê parastinê yê Tirkiyeyê, yê Sûriyeyê û yê Rûsyayê li dar bikeve ku dihat payîn di Çileyê de li dar ketiba lê piştre heta navîna Sibatê hate taloqkirin.

Di vê çarçoveyê de, Tirkiyeyê sewqiyatên leşkerî li herêmên di bin kontrola xwe û komên Artêşa Wetenî ya Sûriyeyê de li Helebê zêde kirin. Rawestgeha balafiran a li nêzî baregeheke xwe li bajarokê Bilyon ê çiyayê Zawiye yê herêma bêçek a Idlibê ava kir.

Di heman demê de êrişên li dijî hêzên hikumeta Şamê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin.

Li gorî çavkaniyan ji opozîsyonê karwanekî leşkerî yê Tirkiyeyê ku ji wesayîtên veguhastina leşker û cebilxaneyan pêk dihat, ji deriyê sînor ê El Raî yê bakurê Helebê derbasî bajarê Babê yê rojhilatê Helebê bû. Bi wan re erebeyên leşkerî yên Sultan Murad hebûn ku yek ji komên opozîsyonê yên herî nêzî Tirkiyeyê ne.

Piştî civîna wezîrên parastinê û îstixbaratên her sê dewletan li Moskovê di 28`ê Kanûnê de, ev sewqiyata yekemîn e.

Her wiha Tirkiyeyê herî dawî hemwextî civîna wezîrên parastinê sewqiyat derbasî nuqteyên xwe yên li Idibê kirin.”

‘TEVGERÊN ÎSTIXBARATÎ YÊN MISIR Û TIRKIYEYÊ LI SÛDANÊ’

Têkildarî rewşa Sûdanê rojnameya El Ereb wiha nivisî: “Çavkaniyên ewlehiyê yên erebî, serdana serokê îstixbarata Misirê Ebas Kamil bo Hertûmê û serdana hempîşeyî wî yê Tirk Hakan Fîdan piştî 2 hefteyan ji serdana Kamil, bi hev ve girê dan ku Kamil metirsiyên Qahîreyê yên têkildarî bandora siyasî, leşkerî û aborî ya Tirkiyeyê li Sûdanê, ragihandin aliyê Sûdanê.

Çavkaniyan destnîşan kir ku haya Misirê ji pêşketina têkiliyên Sûdan û Tirkiyeyê heye. Dê vê mijarê wisa hêsan derbas neke, nexasim heke Enqere hewl bide bi rêya van têkiliyan xwe bigihîne Deryaya Sor û dîsa senaryoya pêşxistina bendera Sewakin dubare bibe ku Tirkiyeyê bi Hartûmê re di dawiya serdema Omer El Beşîr de îmze kiribû.

Li gorî çavdêran, têkiliyên aram ên di navbera Misir û Tirkiyeyê de nahêle bi awayekî eşkere li hember hev bisekinin. Her du alî di dan û standina dosyayên wiha de baldar in.”

‘ŞANDEYEKE EREBISTANA SIÛDÎ LI SENAYÊ YE: RIYAD DAXWAZÊN ENSARULLAHÊ QEBÛL DIKE’

Girêdayî rewşa Yemenê rojnameya El Exbar a Lubnanê wiha nivisî: “Çavkaniyan got di navbera Sena û Riyadê de ji bo dirêjkirina agirbesta li Yemenê lihevkirinek çêbûye. Piştî Riyadê daxwazên Senayê qebûl kirin, nexasim ên têkildarî dosyayên mirovî, di serî de dosyaya mûçeyên karmendên dewletê. Li gorî agahiyan, li gorî lîsteya sala 2014`an dê mûçe bi dolar bên dayîn. Mûçe dê mehane bi balafireke taybet ji Senayê re bên şandin. Dê rêwîtiyên balafiran ji balafirgeha navneteweyî ya Senayê ber bi Misir, Qeter, Urdin, Hindistan û Malezyayê ve zêdetir bibin. Her wiha dê hemû qeydên li ser derbasbûna hinardeyan bi rêya bendara El Hudeydayê bên rakirin.

Heman çavkaniyan eşkere kir ku şandeyeke Erebistana Siûdî bi serokatiya balyozê welêt li Yemenê Mihemed Al Cabir serdana Senayê kir. Dan û standinên yekser bi Ensarullahê re li dar ketin û li ser teşeya dawîn a lihevkirina agirbestê hat lihevkirin. Her wiha çavkaniyan diyar kir ku li ser daxwaza Erebistana Siûdî serdana şandeyê NY’yê yê Yemenê Hans Grundberg hate derengxistin da ku bandorê li wan dan û standinan neke.”