​​​​​​​Hemdan El Ebid: Nêzîkbûna hikumeta Şamê û dewleta Tirk dê Sûriyeyê parçe bike

Hemdan El Ebid diyar kir ku lihevhatina dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê dê bi parçebûna Sûriyeyê bi encam bibe. El Ebid bang li hikumta Şamê kir ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi Rêveberiya Xweser re diyalogan bike.

​​​​​​​Hemdan El Ebid: Nêzîkbûna hikumeta Şamê û dewleta Tirk dê Sûriyeyê parçe bike
22 ÇILE, 2023   00:40
REQA –EHMED EL ESAF

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewldanên lihevanîna hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker red dike û wek xetereyekê li ser yekitiya xaka Sûriyeyê dibîne.

Li herêmên dagirkirî jî li dijî nêzîkbûna her du aliyan xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li aliyekî din jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di gelek boneyan de nerazîbûn nîşanî hewldanên lihevhanîna Enqere û Şamê da û bang li dewleta Tirk a dagirker ku hevkarekê wê di NATOʹyê de ye kir ku têkiliyan bi Şamê re normalîze neke.

Li beramberî vê yekê jî Rêveberiya Xweser diyar dike ku aloziya Sûriyeyê bi diyalogên bi hikumeta Şamê re çareser dibe ku Sûriyeyê veguherîne sîstemeke nenavendî ya demokratîk.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid anî ziman ku divê çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyeyê re were dîtin û ji xeta çekdarî dûr bikevin.

Hemdan El Ebid ji ANHAʹyê re axivî û diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji destpêka ku hatiye avakirin ve çareseriya sûrî-sûrî hilbijartiye û got: "Bi şerê çekdar na, lê bi rêya diyalogên navxweyî aloziya Sûriyeyê çareser dibe."

El Ebid rola Rûsyayê ya di aloziya Sûriyeyê de û serhişkiya hikumeta Şamê rexne kir û wiha domand: "Kesayetên nîştimanî dikarin çareseriyeke siyasî ji aloziyê re bibînin. Lê serhişkiya hikumeta Sûriyeyê û destwerdanên dewletên herêmî, di serî de federasyona Rûsyayê, şerê bi wekîlan ên di navbera hemû aliyan de li ser xaka Sûriyeyê, Sûriyeyê ji çareseriya siyasî dûr xist."

El Ebid anî ziman ku bangên wan ên diyalogan ên li hikumeta Şamê ne ji ber tirsê yan lawazbûnê ye, lê ji ber xwesteka wan a çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye.

Cîgirê hevsrokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid nêzîkbûna di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de red kir û got: "Ev nêzîkbûn wê Sûriyeyê ber bi parçebûnê ve bide. Gelê Sûriyeyê jî vê parçebûnê qebûl nake."

(bb)

ANHA