​​​​​​​Şêniyên Hesekê di salvegera 1`emîn a êrişa li dijî Girtîgeha Sînaa de: Em bi QSD`ê re ne

Şêniyên Hesekê careke din destnîşan kirin ku ew bi QSD`ê re ne û bang li hêzên navneteweyî kirin ku hesabê ji dewleta Tirk a dagirker bipirsin.

​​​​​​​Şêniyên Hesekê di salvegera 1`emîn a êrişa li dijî Girtîgeha Sînaa de: Em bi QSD`ê re ne
20 ÇILE, 2023   04:41
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Di salvegera 1`emîn a êrişa çeteyên DAIŞ`ê li dijî Girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a Hesekê de û binxistina) plana çeteyan ku xîlafeta xwe dîsa ragihînin ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD ve, şêniyên Hesekê ji ajansa me re behsa têkiliya di navbera dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ`ê de kir.

Welatiyê bi navê Ehmed Dawî got: “Dewleta Tirk êrişên xwe li dijî herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dike ji bo ku derfetê bide çeteyên DAIŞ`ê da ku xwe ji nû ve birêxistin bikin, gelê herêmê berbelav bikin û komkujiyan li dijî wî pêk bînin.”

Dawî wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze zemîneke guncaw ji bo vegera çeteyên DAIŞ`ê, ji ber wê bi çek û cebilxane piştgiriya wan dike da ku êriş herêmê bikin mîna êrişa li ser Girtîgeha Sînaa ya Hesekê. Wan xwest bi vê êrişê, herêmê dagir bikin û projeya demokratîk têk bibin.”

Dawî diyar kir ku QSD`ê DAIŞ têk bir û tune kir û ev li gotinên xwe zêde kir: “Gel xwe li ser rêgeza şerê gel ê şoreşgerî birêxistin kir û piştgiriya QSD`ê kir.”

Welatiyê bi navê Ebdo Şêxo jî, diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker herêmên dagirkirî mîna Cerablus, Efrîn, Ezaz, Bab, Idlib, Girê Spî û Serêkaniyê ji bo çeteyên DAIŞ`ê kirine stargeh da ku xwe ji nû ve birêxistin bikin.

Şêxo anî ziman ku ev hemû nîşan didin ku dewleta Tirk piştgiriya wan çeteyan dike.

Şêxo got ji ber bêdengiya hêzên navneteweyî di serî de Hêzên Koalîsyona Navneteweyî, hişt ku dewleta Tirk desteka DAIŞ`ê di êrişên wan ên li dijî herêmê de bike û wiha pê de çû: “Ew berpirsên sûcên çeteyan e. NY û hemû dewlet dizanin ku dewleta Tirk piştevana sereke ya çeteyên DAIŞ`ê ye. Gelo çima bêdeng in? Divê NY rê li pêşiya kiryarên dewleta Tirk bigire?”

Welatiya bi navê Ezîze Yunis jî bang li gelê herêmê kir ku piştgiriya QSD`ê bikin û got: “Em li hember van êrişan, bêdeng namînin. Dê li ber xwe bidin û vîna me xurt e, naşike.”

(şx)

ANHA