​​​​​​​Pêngava Gurzê Gelan xeyalên DAIŞ’ê û alîgirên wê têk birin

Berxwedana şervanan a ji bo azadî û yekitiya gelan û fedakariyên 121 şehîdan ên li hemberî êrişa çeteyên DAIŞʹê ya li ser girtîgeha Sînaayê, bi serkeftinê tacîdar bû. Pêngava Gurzê Gelan hêviyên DAIŞʹê yê zindîkirina xîlafeta xwe têk birin.

​​​​​​​Pêngava Gurzê Gelan xeyalên DAIŞ’ê û alîgirên wê têk birin
19 ÇILE, 2023   23:41
HESEKÊ- HENAR ÎBRAHÎM – ARAM EHMED

20ʹyê Çileya 2022ʹyan, bi plana dewleta Tirk a dagirker şaneyên çeteyên DAIŞʹê êrişî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê kir ku bi hezaran çeteyên DAIŞʹê tê de hebûn, da ku çeteyên xwe birevînin û careke din xîlafeta xwe zindî bikin. Şervanên QSDʹê bi piştevaniya pêkhateyên herêmê ev plan têk bir.

Bi rizgarkirina bajarokê Baxozê re ku baregeha dawîn a çeteyên DAIŞʹê bû, bi deh hezaran çeteyên DAIŞʹê yên ji nasnameyên cuda, serçete, tevî zarok û malbatên wan xwe radestî QSDʹê kir. Ji ber ku hejmara mezin a çeteyên xwe radest kiribûn ne li gorî cihên ragirtinê yên ku hatibûn amadekirin, bûn, wekî gaveke lezgîn çete û malbatên xwe radest kirin di girtîgehên kevn û kampan de hatin ragirtin.

HÊZÊN NAVNETEWEYÎ BERPIRSYARIYÊN XWE BI CIH NAYNIN

Ji ber xetereya çeteyên DAIŞ yên girtî û malbatên wan ên li kampan, Rêveberiya Xweser gelek caran banga avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo cezakirina wan kir. Lê hêzên navneteweyî ji berpirsyariyên xwe direvin û vê pirsgirêkê çareser nakin.

Berpirsê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPGʹê Siyamend Elî anî ziman ku ji ber bêxemiya hêzên navneteweyî, xetereya DAIŞʹê hîna heye, DAIŞ hewl dide ji nû ve xwe bi rêxistin bike û bi rêbazên cuda planên xwe yên terorê li herêmê nû bike.

Di demekê de ku dosyaya çeteyên DAIŞʹê bêçareserî hatiye hiştin, çeteyên DAIŞʹê hewl didin li gelek deveran, bi taybet ên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin xwe bi rêxistin bikin da ku bi rêbazên nû dest bi şerekî nû bikin. Di vê çarçoveyê de girtîgeh û kampên wan de hewldanên derxistina tevliheviyê çêbûn. Her wiha di demekê de ku QSDʹê bi parastina herêmê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan ve mijûl in, şaneyên DAIŞʹê êrişan li herêmê pêk tînin.

AMADEKARIYÊN ÊRIŞA LI SER MEZINTIRÎN GIRTÎGEHA KU ÇETE LÊ TÊN RAGIRTIN

Di operasyoneke ewlehiyê ya bi beşdarbûna Koalîsyona Navneteweyî de ku wekî ya herî bigirêk hat wesifandin, serçeteyekî DAIŞʹê yê herî xeternak bi navê Mihemed Ebid El Ewad ku bi navê Reşîd tê naskirin, hat girtin. Serçete Mihemed Ebid El Ewad berpirsê gelek êrişan e û plana êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê danî.

Serçete Mihemed Ebid El Ewad di mikurhatinên xwe de ku malpera QSDʹê 25ʹê Kanûna 2021ʹê weşandibû gotibû, di pêngava êrişa li ser girtîgehê de wê li ber deriyê girtîgehê erebe bên teqandin, piştre wê kesên xwekuj êrişî girtîgehê bikin, çek û madeyên teqemeniyê (165 kalaşnîkof, cebilxane û bombe) derbasî girtîgehê bên kirin, derî werin şikandin, tevlihevî werin derxistin, ev çek li kesên girtî werin belavkirin, piştre girtîgeh û derdora wê werin kontrolkirin.

ÊVARA ÊRIŞA LI SER GIRTÎGEHÊ

Êvara 20ʹê Çileya 2022ʹyan, saet derdora 19:00ʹan çeteyên DAIŞʹê êrişî girtîgeha Sînaayê kir. Destpêkê erebeyeke li ber deriyê sereke yê girtîgehê teqandin, piştre çeteyan bi rêya êrişkarên xwekuj ji sê aliyan ve êriş kirin û hewl dan çeteyên girtî birevînin û girtîgehê kontrol bikin.

Hemwextî vê yekê, çeteyan êrişî xebatkarên li girtîgehê wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û karmendên saziyan kirin. Pê re jî erebeyeke çek û cebilxaneyan nêzî deriyê girtîgehê kirin û çek radestî çeteyan kirin.

Siyamend Elî ji ANHAʹyê re axivî û da zanîn ku derdora 150 çeteyî êrişî girtîgeha Sînaayê kir ku tevahî agahî li ser derdora girtîgehê û bajarê Hesekê dizanîn.

QSDʹÊ BI TENÊ MUDAXELE KIR

Bi destpêka êrişê re, QSDʹê bi rêya hêzên xwe yên taybet û bi desteka Hêzên Ewlekariya Hundirîn mudaxele kir. Van hêzan bi awayekî rêxistinkirî derdora girtîgehê û avahiya zanîngeha li beramberî girtîgehê dorpêç kirin û bi çeteyên ku reviyan û êrişî girtîgehê kir re ketin nava şer.

Diyar bû ku hin çete ji girtîgehê reviyan û xwe bigihînin taxên derdorê wekî Xiwêran û Zihûr. Li ser vê yekê QSDʹê her du tax dorpêç kirin û dest bi operasyona kontrolkirina girtîgehê û şopandiya çeteyên reviyayî kir.

ARMANCA ÊRIŞA LI SER GIRTÎGEHA SÎNAAYÊ

Armanca herî mezin a êrişa li ser girtîgeha Sînaayê revandina zêdetirî 4 hezar û 500 çeteyên DAIŞʹê, serçete û vegerandina senaryoya Mûsilê bû.

Li gorî daxuyaniya QSDʹê ya wê demê ya der barê êrişa li ser girtîgehê de "Eger êrişa li ser girtîgha Sînaayê bi ser ketiba dê çeteyan êrişî taxên derdorê kiriba, her wiha dê êrişî Hol, Şedadê û Dêrazorê jî kiriba. DAIŞ’ê planeke mezin ji bo vegerandina xîlafetê danîbû."

DI ÊRIŞA LI SER GIRTÎGEHÊ DE DESTEK DA DAIŞ’Ê

Herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, ji Efrîn, heta Serêkaniyê û Girê Spî bûne navendên terorê. Yên herî zêde sûdê ji van herêman digirin çeteyên DAIŞʹê ne. Çeteyên DAIŞʹê bi taybet ên rêza yekemîn û duyemîn li van herêman bi navê "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê" xwe ji nû ve bi rêxistin dikirin û bi desteka dewleta Tirk a dagirker plana êrişan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê datanîn. Kuştina şefê DAIŞʹê Ebû Bekir El Bexdadî li herêma Idlibê ya di bin serweriya dagirkeran de nîşana vê yekê ye.

Li aliyekî din, hemwextî êrişa li ser girtîgeha Sînaayê, artêşa Tirk a dagirker êriş anîn ser herêmên sînorî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Êrişa li ser girtîgeha Sînaayê di salvgera êrişa dagirkirinê ya dewleta Tirk a li Efrînê de hat kirin.

Berpirsê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPGʹê Siyamend Elî îşaret pê kir ku êrişa li ser girtîgeha Sînaayê hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina fermandarên meclisên QSDʹê pêk hat.

Elî her wiha got: "Di êrişa li ser girtîgeha Sînaayê de rola dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mezin bû. Dewleta Tirk desteka lojîstîk, leşkerî û îstîxbaratî dida çeteyên DAIŞʹê û bi rêya dronan tevahî agahî li ser derdora girtîgehê didan DAIŞ’ê. Ev gotin ne tawan in, lê bi rêya lêpirsîn, belge û mikurhatinên çeteyên ku hatine girtin, hatin eşkerekirin. Her wiha me nas kir ku destê bi dehan serçeteyên ʹArtêşa Nîştimanî ya Sûriyeyêʹ di vê êrişê de heye û me navên hinek ji wan eşkere kirin."

Siyamend Elî anî ziman ku di nav de hikumeta Şamê, hemû kesên ku li hemberî êriş û reva çeteyan ji girtîgehê bê deng bûn, alîgirên DAIŞʹê ne û got: "Ragihandina hikumeta Şamê bûbû berdevka çeteyên DAIŞʹê, propaganda dikirin ku çete ji girtîgehê derketin û girtîgeh kontrol kir, bêyî ku piştgirî yan destekê bidin QSDʹê."

Li gorî daxuyaniya QSDʹê ya 31ʹê Çileya 2022ʹyan a der barê êrişa li ser girtîgehê dabû de "Êrişa çeteyên DAIŞʹê ne ji rêzê bû yan xwecih bû. Berovajî wê ev êriş di çarçoveya planeke berfireh de hate kirin ku demeke dirêj plana wê hatibû danîn. Li gorî agahiyên li ber destê me û mikurhatinên çeteyên êrişkar ên ku hatine girtin, beşek çeteyên êrişkar ji herêmên dagirkirî wekî Serêkaniyê û Girê Spî hatin, beşeke din jî ji bo teqwiyê ji Iraqê hatin. Lê li gorî belgeyan, bingeha planê û rêvebirina êrişê anku odeya operasyonan li derveyî sînorê Sûriyeyê hatibû danîn."

ZEHMETIYÊN LI PÊŞIYA QSDʹÊ

Siyamend Elî bal kişand ser zehmetiyên li pêşiya kontrolkirina girtîgehê û ev agahî da: "Zehmetiyên ku li pêşiya hêzên me derketin, qadên şer di nava bajar de bû. Ji ber vê yekê diviyabû ku em bi baldarî tev bigeriyana. Ji ber vê hêzên me bi planên cuda, çekên sivik bi kar dianîn. Çeteyan sivîl wek metral ji bo parastina xwe bi kar dianîn, hêzên me ji bo rizgarkirina sivîlan şehîd û birîndar dan. Her wiha çeteyên ʹEşbal El Xîlafaʹ wekî kaxeza dawîn û mertal li pêşiya hêzên me yên xwedî rêgezên mirovî bi kar dianîn."

QSDʹê ji bo rizgarkirina xebatkarên girtîgehê yên ji aliyê çeteyan ve dîl hatibûn girtin, bi baldarî tev digeriya. Çeteyan hin xebatkar qetil kirin.

KONTROLKIRINA GIRTÎGEHA SÎNAA

Der barê operasyona kontrolkirina girtîgehê de Siyamend Elî got: “Kontrolkirin dereng ma, ji ber ku hêzên me nexwest çeteyan bikujin, lê belê her tim bang li wan kirin ku xwe teslîm bikin. Lê yên xwe teslîm nekirin bûn armanca çekên me. Çeteyên DAIŞ`ê yên di girtîgehê de ʹBeyet El Mewtʹ ragihand û kesên xwe radestî QSD`ê dikirin tesfiye dikirin. Lê QSD`ê di operasyonên ewlehiyê de girtîgeh kontrol kir û di 26`ê Çileyê de ragihand ku Pêngava Gurzê Gelan bi tunekirina plana çeteyên DAIŞ`ê tacîdar bû. Piştre bidawîkirina operasyona lêgerînê di girtîgeha Sînaa û taxên derdorê de bi daxuyaniyekê ragihand. QSD`ê di daxuyaniyekê de bîlançoya kuştiyên DAIŞ`ê eşkere kir û got 375 çete hatine kuştin û 3 hezar û 500 çete hatin girtin.”

PÊNGAVA GURZÊ GELAN

Pêngava Gurzê Gelan navê xwe ji hevgirtina pêkhateyên herêmê bi QSD`ê re girt. Di çarçoveya pêngavê de welatiyan bi şev derketin kolana û taxên xwe parastin û ger tevgerên bi guman hebûn, agahî didan hêzên leşkerî.

Berpirsê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPGʹê piştgiriya gel bi hêzan re silav kir û got: “Temenmezin, jin û mêr li rex ciwanan çek rakirin û taxên xwe parastin. Ev moralên şervanan bilind kirin. Peyameke girîng ji bo çeteyan û piştevanên wan bû ku ev hêz têrê dikin bi piştgiriya gel dikarin hemû planan têk bibin.”

YEKITIYA GEL Û ŞERVANAN

Êlên Ereb helweseke cidî nîşan êrişê da û piştgirî dan QSD û hêzên parêzvan. Serokê Meclisa Qebîleya El Cibûr Fewaz El Zoba got: “Divê em piştgiriya hêz û ciwanên xwe bikin. Wê demê tevî şêniyên herêmê me bi QSD`ê re ev herêm parast.”

El Zoba wiha domand: “Êl û şêniyên herêmê xetereya DAIŞ û planên wê dizanîn. Me helwesta pêkhateyên herêmê û piştgiriya wan a bi hêzên leşkerî û yên ewlehiyê re dît. Hemûyan mil bi mil bi QSDʹê re bûn."

El Zoba anî ziman ku ew bi hevgirtina şêniyên herêmê ya bi hêzên leşkerî û têkbirina rêxistina herî xeternak li cîhanê serbilind e.

FEDAÎYÊN RAGIHANDINÊ

Bi êrişa çeteyên DAIŞ`ê li ser girtîgeha Sînaayê re, dezgehên çapemeniyê û saziyên tenduristiyê yên herêmê ketin liv û tevgerê. Ji wan saziyan ku roleke sereke di wê demê de lîstiye, ragihandina leşkerî û sivîl e ku detayên êrişê kêlî bi kêlî belge kirin û ji cîhanê re ragihandin.

Di şopandina êrişa li ser girtîgehê de, endamê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Erka Xweparastinê Ehmed El Nasir şehîd bû, nûçegihanê ajansa me Basil Reşîd û gerînendeyê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryan Fayiz El Emleh birîndar bûn.

121 ŞEHÎD BÛN SEMBOL

Di Pêngava Gurzê Gelan de, di nav de 4 welatiyên sivîl, 40 şervan û 77 parêzvanên girtîgehê û nanbêj, bi giştî 121 kes şehîd bûn.

Serkeftina QSD`ê di pêngavê de, derbeyeke mezin li dijî çeteyên DAIŞ û piştevanên wê bû.

Siyamend Elî destnîşan kir ku Pêngava Gurzê Gelan ne tenê ji bo parastina girtîgehê yan jî taxên Hesekê bû lê belê ji bo parastina Rojhilata Navîn û cîhanê ji terora çeteyên DAIŞ`ê bû ku armanc dikirin Bakur û Rojhilatê Sûriyê kontrol bikin, destkeftiyên Rêveberiya Xweser û yekitiya pêkahteyên wê têk bibin.

Serokê meclisa qeîbleya El Cibûr Fewaz El Zoba got: “Em bi serkeftina QSD`ê serbilind in. Ew serkeftin ji bo seranserî cîhanê bû. Me rêxistina herî terorîst li cîhanê tune kir.”

OPERASYONÊN QSD’Ê DIDOMIN

Piştî ku QSD`ê binkeftina DAIŞ`ê li girtîgeha Sînaayê ragihand, gelek operasyonên din li dijî şaneyên wê li dar xistin û planên çeteyan têk birin; pêvajoya duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ye ku di 25`ê Tebaxa 2022`yan li Kampa Holê li dar xistiye, paşê operasyona Birûska Cizîrê (Saîqet El Cezîre) di 29`ê Kanûna 2022`yan de li herêmên Hol, Til Hemîs û Til Birakê ragihand.

QSD hewldanên xwe di vî warî de didomîne. QSD`ê di 28`ê Kanûnê de bîlançoya operasyonên li dijî çeteyên DAIŞ`ê ya 2022`yan eşkere kiribû û destnîşan kir ku di 113 operasyonan de 267 çeteyên DAIŞ`ê girtine.

(bb-şx)

ANHA