​​​​​​​Şêniyên Tebqa û Reqayê jî li dijî êrişên li ser Efrînê derketin xwepêşandanê

Di salvegera 5'emîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê de, şêniyên Tebqa û Reqayê derketin 2 xwepêşandanên cuda.

19 ÇILE, 2023   16:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Reqa, endamên saziyên sivîl, şêx û rûspiyên eşîran û endamên partiyên siyasî li pêşiya Meclisa Giştî ya bajêr kom bûn û pankertên “Li dijî tecrîd û xiyanetê werin cenga azadiyê”, “Li dijî dagirkirina Erdogan a Efrîn û Idlibê serî hildin”, “Bi yekitiya xwe dê dagirkeriyê têk bibin” û “Bi berxwedana gel û hêza xwe em ê Efrîn rizgar bikin” hildan.

Xwepêşandêr ber bi qada Agirkujiyê ve meşiyan û sloganên “Hilweşe dewleta Tirk a faşîst”, “Na ji dagirkirina Tirk li ser Efrînê re”, De bila dagirkeriya Tirk ji Efrîn û hemî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkeve” û “Na ji tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan re” berz kirin.

Li qadê xwepêşandan rawestî û veguherî mitingê. Di mitingê de Berdevka Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya Sewsen El Xelef daxuyanî xwend û got: “Li gel komployên navnetweyî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin, hikumeta Şamê û dewleta Tirk komployeke din çêkir ku herêmên Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê radestî dewleta Tirk bike û li beramberî wê Xûta ji çeteyan vala bike.”

Sewsen destnîşan kir ku li Efrînê sûcên herî hovane pêk tên û got: “Em dê Efrîna birîndar rizgar bikin, em dê tola her darekê hilînin. Ruxmî hemû astengiyan lê dê bi ser kevin.

Sewsen bang li bidawîkirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan kir û wiha domand: “Bi saya wî em îro li Reqayê derketine xwepêşandanê. Reqa li hember hemû cureyên terorê bi saya ciwanên wê bi ser ket. Em bang li gelê xwe yê li herêmên dagirkirî dikin û dibêjin, em bi were ne.”

Sewsen bang li gelê Sûriyeyê kir ku ji bo têkbirina rejîma sûcdar û derxistina dagirkeriya Tirk ji axa Sûriyê, bibin yek.

Di dawiyê de Sewsen got êrişên dewleta Tirk vîna wan naşikîne û dê heta pêkanîna azadî, demokrasî û Sûriyeya pirreng a demokratîk û nenavendî tê bikoşin.

Di heman çarçoveyê de şêniyên Tebqa, şêx û rûspiyên eşîran, endamên saziyên sivîl û leşkerî, Partiya Sûriya Pêşerojê, Kombûna Jinan a Zenûbya û rêxistinên civaka sivîl xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandan ji taxa yekemîn a bakurê Tebqayê dest pê kir. Xwepêşandêran pankertên “Rizgarkirina Efrîn dê bibe dawiya dagirkeriyê”, “Berxwedan berdewam e” û “Na ji dagirkeriya Tirk re” hildan û sloganên “Hilweşe dewleta Tirk a faşîst” û “Bijî berxwedana Efrînê” berz kirin.

Li pêşiya Navenda Xwendekarên Demokratîk xwepêşandan rawestî û veguherî mitingê. Di mitingê de hevseroka Meclisa Rêveber a Tebqayê Hind El Elî diyar kir ku ew sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar dikin ku beriya 5 salan li dijî bajarê ku hemêza xwe ji hemû sûriyeyiyan re vekir, pêk anîn.

Hind got dewleta Tirk û çeteyên wê çanda gelê Efrîn bin pê kir û hemû rêbaz bi kar anîn ji bo ku şêniyên wê koçber bikin û demografiya wê biguherin.

Hind wiha pê de çû: “Em dîsa dibêjin, em mudexeleya dewleta Tirk a dagirker di axa Sûriyeyê de red dikin. Em bang li dewleta Tirk dikin ku ji axa dagirkirî derkeve.”

Hind El Elî di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku ew dê li ber xwe bidin heta ku tevahî axên dagirkirî rizgar bikin.

(dm/şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jKaGq_SzYVU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>