Şêniyên Kantona Hesekê: Bi saya hevgirtina gel û hêzên leşkerî êrişa li ser Sînaa têk çû

Şêniyên Kantona Hesekê bi çalakiyeke protestoyî şehîdên Pêngava "Gurzê Gelan" û salvegera 5`an a destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker Efrînê şermezar kir.

Şêniyên Kantona Hesekê: Bi saya hevgirtina gel û hêzên leşkerî êrişa li ser Sînaa têk çû
19 ÇILE, 2023   15:53
HESEKÊ

Şêniyên Kantona Hesekê şehîdên pêngava “Gurzê Gelan" bi bîr anîn û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê şermezar kirin.

Çalakiya protestoyî li nêzî girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a Hesekê bi beşdariya bi sedan şênî û endamên saziyên sivîl û leşkerî li dar ket. Beşdaran wêneyên 121 şehîdên pêngavê hildan.

/ar/uploads/files/2023/01/19/133209_rwjda-ahmd-28large29.webp

Di serî de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rojda Ehmed destnîşan kir li êrişa li dijî girtîgeha Sînaa ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû plankirin ji bo ku komkujiyan li dijî gelê herêmê pêk bîne.

Rojda got bi saya hevgirtina gelê herêmê bi hêzên leşkerî re, plana dewleta Tirk bi bin ket û banga parastina destkeftiyên şehîdan kir.

/ar/uploads/files/2023/01/19/133224_tlat-ywsf-28large29.webp

Piştre, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telat Yûnis axivî û got: "Berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li hember çeteyên DAIŞ'ê û têkbirina wan serkeftineke mezin bû. Kes nikare îradeya me têk bibe, em ê her tiştî jî ji bo ewlehî û aramiya gelê xwe feda bikin."

/ar/uploads/files/2023/01/19/133244_almeat-mn-ahaly-mqatah-alhskh-yhywn-shhdaa-mtrqh-alshawb-walhjmat-ala-afryn-28429.webp

Di dawiyê de beşdaran siloganên “Bijî Berxwedana Şehîdan” û “Şehîd Namirin” berz kirin.

(mh)

ANHA