​​​​​​​Şêniyên Minbicê soza mezinkirina têkoşînê heta rizgarkirina Efrînê da

Şêniyên Minbicê bi xwepêşandanekê soza mezinkirina têkoşîn û berxwedanê heta rizgarkirina Efrînê û tevahî deverên dagirkirî da.

​​​​​​​Şêniyên Minbicê soza mezinkirina têkoşînê heta rizgarkirina Efrînê da
​​​​​​​Şêniyên Minbicê soza mezinkirina têkoşînê heta rizgarkirina Efrînê da
​​​​​​​Şêniyên Minbicê soza mezinkirina têkoşînê heta rizgarkirina Efrînê da
​​​​​​​Şêniyên Minbicê soza mezinkirina têkoşînê heta rizgarkirina Efrînê da
​​​​​​​Şêniyên Minbicê soza mezinkirina têkoşînê heta rizgarkirina Efrînê da
​​​​​​​Şêniyên Minbicê soza mezinkirina têkoşînê heta rizgarkirina Efrînê da
19 ÇILE, 2023   16:54
MINBIC

Di xwepêşandanê de şêniyên bajêr, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û saziyên wê, saziyên jinan, rûspî û serokeşîrên herêmê û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn. Beşdaran pankartên "Efrîn keleha berxwedanê ye", "Bi hev re Efrînê rizgar bikin", "Na ji dagirkeriya Tirk re" û "Bijî berxwedana Efrînê" hildan.

/ar/uploads/files/2023/01/19/140321_mhmd-aly-alabw.webp

Xwepêşandan ji çerxerêya Mîzan dest pê kir û ber bi çerxerêya Meseb a li navenda bajêr ve bi rê ket. Li wir, Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Mihemed Elî El Ebo soz da şêniyên Efrînê ku heta rizgarkirina Efrînê û tevahî deverên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve dagirkirî ne, têkoşîn û berxwdanê bidomînin.”

/ar/uploads/files/2023/01/19/140301_brfan-mhmwd.webp

Her wiha, endama Komîteya Koçberên Efrînê ya Minbicê Bêrîvan Mehmûd wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker demografiya Efrînê guhart û niştecihên wê yên resen koçber kirin û li şûna wan şêniyên deverên din bi cih kirin. Her wiha pere û zimanê xwe ferz kirin û navên cihên giştî yên bajêr guhartin. Li hember van kiryaran jî civata navneteweyî û bi taybetî hikûmeta Şamê hîn bêdeng mane weke ku Efrîn ne parçeyek ji xaka Sûriyê ye."

Bêrîvan Mehmûd destnîşan kir ku ew dê heta rizgarkirina Efrînê û hemû deverên dagirkirî berxwedana xwe û piştgiriya xwe ji gelê Efrînê re bidomînin.

Di dawiya xwepêşandanê de, beşdaran sloganên “Heta mirinê em bi te re ne Efrîn” û “Bijî Berxwedana Efrîn” berz kirin.

 (mh/şx)

ANHA