​​​​​​​`Em pişta xwe nadin tu hêzeke derve û em ê parastina xaka xwe bikin′

Malbetên şehîdan ên Tebqayê diyar kir ku ew pişta xwe nadin tu hêzeke derve, lê belê pişta xwe didin hêzên xwe ku parastina destkeftiyên herêmê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker dikin.

​​​​​​​`Em pişta xwe nadin tu hêzeke derve û em ê parastina xaka xwe bikin′
12 ÇILE, 2023   03:34
TEBQA-EBDUREHMAN EL SALIH

Li gel bêdengiya hêzên navneteweyî dewleta Tirk a dagirker bi awayekî rojane êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Gel li hember van êrişan û bêdengiya hêzên navneteweyî bi hêrs bûn û bertekên tund nîşan da.

/kr/uploads/files/2023/01/11/182346_-.webp

Têkildarî mijarê, birayê şehîd Ebdurehman El Hisên, Ebdulhekîm El Hisên got: "Divê dawî li êrişên ku her roj li herêmê tên kirin, bê û divê sûcên dermirovî yên li dijî welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên sekinandin."

El Hisên wiha domand: "Divê hêzên navneteweyî sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar bikin û dadgehên ji bo eşkerekirina lêpirsînan ava bikin û pêşî li hincetên derew ên dewleta Tirk ku pê êrişî herêmên Rêveberiya Xweser dike, were girtin."

El Hisên wiha pê de çû: "Em malbatên şehîdan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo teşhîrkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker naskinin. Em ê wê yekê bi pêkanîna şerê gel ê şoreşgerî pêk bînin."

El Hisên wiha dawî li gotina xwe anî: "Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek e, hevgirtina wan ji kevn de ye. Divê em vê hevgirtinê bi rêya têkbirina hemû hewldanên dagirkirina herêmê û koçberkirina welatiyan, xurt bikin."

/kr/uploads/files/2023/01/11/182422_-.webp

Her wiha bavê şehîd Îbrahîm El Şamî, Mehmûd El Şamî jî wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker sûcên herî hovane li dijî herêmên me pêk tîne û êdî dîmenên bombebarana rojane li ser xaka me senaryoyên dubare ne."

El Şamî di dewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Ev yek ji bo pêkanîna armancên wê ye. mîna vê jî hewldana koçberiya şêniyên resen, guhartina demografîk û bicihkirina çeteyan li bakurê Sûriyê."

El Şamî wiha pê de çû: "Xwestekên me yên dawîanna li sûcên dewleta Tirk a dagirker ranewestîne, lê hêzên navneteweyî bê deng in. Ji lew re em gihaştin armancekê, ew jî em li hember planên dijminane xwe bispêrin hêzên xwe."

El-Şamî di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Divê yekitiya gel di nava hemû pêkhateyan de were xurtkirin û geşkirin û ji bo çeka li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker divê rêgez şerê gel ê şoreşgerî be."

/kr/uploads/files/2023/01/11/182404_-.webp

Bavê şehîd Îbrahîm El Şêx, Mihemed El Şêx jî êrişên dewleta Tirk a dagirker û bombebarankirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmên ewle didomîne û pabendî tu biryareke navneteweyî ya agirbestê nebû. Berpirsiyariya rawestandina van êrişan jî li ser milê dewletên îdiaya aştiya li herêmê dikin."

Mihemed El-Şêx di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em pişta xwe nadin tu hêzeke derve û em ê di parastina xaka xwe de, pişta xwe bidin xwe. Em ê bi rêya pêkanîna pransîba şerê gel ê şoreşgerî serkeftinê pêk bînin."

ANHA