Gerîla TV dîmenê çalakiyekê li Girê Cûdî weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke YJA Starê ya li Girê Cûdî weşand, ku 21'ê Îlona 2022'an li dar xistiye û di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Gerîla TV dîmenê çalakiyekê li Girê Cûdî weşand
12 ÇILE, 2023   07:53
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

"21'ê Îlona 2022'an saet di 07:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê dagirker xistin bin kontrola xwe û bi çekên giran lê dan. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin."