Civîna salê ya Jinan a Şaredariyên Herêma Cizîrê bi dawî bû

Civîna salê ya Jinan a Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê bi encamnameyekê bi dawî bû. Di civînê de teqezî bi lidarxistina çalakiyan û domandina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan, pêşxistina projeyên jinan, zêdekirina hejmara endamên jin di şaredariya de hate kirin.

Civîna salê ya Jinan a Şaredariyên Herêma Cizîrê bi dawî bû
11 ÇILE, 2023   17:48
QAMIŞLO

Civîna salê ya Jinan a Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê vê sibê bi dirûşma Jin, jiyan, azadî bi beşdariya hevserokên şaredariyên herêma Cizîrê, endamên saziyên şaredariyan, nûnerên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, Kongra Star, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li avahiya Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê ya navçeya Amûdê li dar ket.

Di civînê de hevseroka Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya herêma Cizîrê Bêrîvan Umer rapora rewşa siyasî ya herêmî û cîhanê û rewşa rêber Abdullah Ocalan xwend.

Di raporê de siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li Sûriyê hatin şîrovekirin ku tevî hewldanên xwe lê bi ser neket û tu rê li pêşiya wê neman ji bilî ku bi rejîma Sûriyê re li dijî kurdan û projeya wan a demokratîk li hev bike da ku ji aloziya xwe ya hundirîn û doza penaberên sûrî xilas bibe. Her wiha di raporê de têkildarî tecrîda li ser rêbe Ocalan wiha hat gotin: "Siyaseta tecrîdê ji kiryarên rêxistina Giladyo ya NATO'yê ye, ev siyaset jî qet nakeve bin pîvan û qanûnên mirovî û exlaqî. Tecrîda ji beriya 2 salan wek tolhildan û kînê tê dîtin, ji ber wê jî gelê Kurd û hemû gelên ku bi fikrê rêber Ocalan û neteweya demokratîk bawer in, dê li hember van siyasetan bêdeng nemînin."

Piştî wê li ser rewşa jinan û siyasetên pergala kapîtalîst ên li dijî wan raporek hat xwendin. Di raporê de hat destnîşankirin ku pergala baviksalarî di vê dema dawîn de tundiya li ser jinan girantir kiriye da ku têkoşîna wê ya li seranserî cîhanê rawestîne. Nexasim şoreşa li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku şoreşa jinan a li dijî pergala baviksalariyê ye. Ji ber wê yekê pergala baviksalarî bi hemû rêbazan hewl dide jinan û têkoşîna wan bi paş bixe ku di vê dawiyê de şehîd Evîn Goyî di encama komkujiya duyemîn a Parîsê de hat hedefgirtin.

Der barê rewşa jinan di şaredariyan de wiha hat gotin: "Pergala hevseroketiyê yek ji destkeftiyên herî girîng ên jinan di şaredariyan de ye, ku bi saya vê pergalê jinan berê xwe da kar û êdî mafên wan di hemû aliyên jiyanê de nexasim karê di rêveberiyên xwecih de hatin naskirin."

Her wiha di raporê de behsa rola jinan di şaredariyan de û perwerdekirina wan di 2022'yan de hate kirin.

Piştî xwendina raporê sînevîzyonek li ser çalakiyên jinan di sala 2022'yan de hat pêşandan.

Di dawiya civînê de ev encamname hatin dayîn:

1-Bi awayekî çalak tev li hemû çalakiyên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bibin.

2-Pêşxistin û şopandina projeya jinan.

3-Zêdekirina hejmara karmendên jin di şaredariyan de.

4-Nîqaşkirina projeyên giştî yên dema bê bi komînên jinan re û eyarkirina wan li gor pêdiviyên heyî.

5-Vekirina perwerdeyên fikrî û meslekî ji bo jinan.

6-Lidarxistina civînan bi jinên derveyî şaredariyan re ji bo naskirina pêdivî û pirsgirêkên wan.

7-Lidarxistina civînên taybet bi hevserokên şaredariyan re ji bo piştgiriya wan bikin, pêdivî û pirsgirêkên wan nas bikin.

8-Pêşxistina karê jinan di aliyên ku heta niha tê de kar nekirine wek ajotina otubusên gel û otombîlên mezin.

9- Perwerdeya ekolojî û belavkirina wê di nav civakê de bikin bingeh.

10- Li ser avakirina hin şaredariyên nimûne yên bi pêşengiya jinan karkirin.

11-Lidarxistina Konferansa Duyemîn a Jinan.

12-Lidarxistina Foruma Jinên di Şaredariyan de.

 (mh)

ANHA